Li Beyrûtê alozî, artêş jî destwerdanê dike

Li paytexa Lubnan, Beyrûtê di navbera xwepêşanderan û endamên partiyên ku ji herêma Xendeq Xemîq hatine de pevçûn derket.

Piştî rêze provokasyonan, di bin pira Rîng a li paytexta Lubnan Beyrûtê pevçûn di navbera xwepêşanderan û endamên partiyên ku ji herêma Xendeq Xemîq hatin de derket.

Leşkerên artêşa Lubnanê li herêma Bişara El-Xorî hewl dan mertalekî mirovî ava bikin da ku nehêlin xwepêşander ber bi pira Rîngê zêdetir bi pêşde biçin. Her wiha endamên têkoşîna li dijî aloziyê û foca Mexawir mudaxle kirin.

Ji tevahî herêmên Lubnanê, xwepêşander ji seatên sibehê ve li qada Şehîdan kom bû. Artêşê û foca Fihûd a girêdayî hêzên ewlekariya hundirîn bendên xwe asê kirin û xwepêşandar control kirin.


Mijarên Din