Li Bexdayê xwepêşandan: Birîndar hene

Ji bo piştgiriya xwepêşandanên li Nasiriya ya parêzgeha Zîqarê,  li qada Tehrîr a Bexdayê  xwepêşandan hate lidarxistin. Li gorî agahiyan birîndar hene.

li gorî Alsumaria News ku agahiyên xwe spartiye çavkaniyên ewlehiyê "Hêzên ewlekariyê ber bi Qada Kehramana ve pêşve çûn da ku pêşiya kombûna xwepêşanderan bigirin."

Her wiha diyar kir ku hêzên ewlehiyê ji cadeya El-Sadûn ber bi Ferdûs ve bombeyên deng bikar anîn, di encamê de du xwepêşander birîndar bûn.

Çavkaniyan beriya vê jî gotin, bi dehan xwepêşander ji bo piştevahiya xwepêşandana li Nasiriyê ya parêzgeha Zîqarê li Qada Tehrîrê kom bûn.

Li gorî heman çavkanî "Xwediyên dikanên bazirganiyê û malên nêzî pira du qat ku hikumeta Iraqê vê dawiyê rakirbûn, jî daketin qadan û daxwaza tawîzan ku ber ziyanên biryara rakirinê dîtine, kirin. Her wiha gef xwarin ku heger çareserî neyên dîtin dê çalakaiyên protestoyê li dar bixin.."

Di rojên dawî de li bajarê Nasiriyê yê Bexdayê li dijî rewşa jiyanî ya nebaş xwepêşandan hatin destpêkirin, hêzên ewlekariyê mudaxeleya xwepêşandan kirin, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.


Mijarên Din