Li Bexdayê Kongreya Geşkirinê dest pê kir

Bi beşdarbûna welatên derdorê û Meclisa Tevkariyê ya Kendavê, Kongreya Geşkirinê li Bexdayê dest pê kir. Di kongreyê de dê projeya ''Kenala ziwabûyî'' ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de were nîqaşkirin.

Bi beşdarbûna Erebistana Siûdî, Tirkiye, Sûriye, Urdin, Kuwêt, Bahreyn, Qeter, Îmarat, Oman û Îranê, Kongreya Geşkirinê li Bexdayê dest pê kir.

Di kongreyê de, dê projeya geşkirinê ya ''Kenala ziwabûyî'' ya ku bajarê Besrayê ya nêzî peravên Kendavê bi Tirkiyeyê ve girê dide,were nîqaşkirin . Demek berê  Bexda û Enqereyê li ser vê projeyê li hev kiribûn ku di zûtirîn dem de were pêkanîn.

Li gorî projeya geşkirina''Kenala ziwabûyî'', rêyeke navneteweyî ya bilez bi dirêjahiya  hezar û 200 kîlometreyî ji bendera mezin a Faw ber bi Tirkiyeyê ve were avakirin. Her wiha xeta tirênê ya bilez ji bo veguhestina kel û pelan ji başûrê Iraqê ber bi Tirkiyeyê ve û ji Tirkiye ber bi Ewropa û Kafkasyayê ve, were avakirin ku welatên derdorê jî sûdê jê bigirin.

Tê payîn ku dê xeta "Kenala ziwabûyî" heta herêma Pêşxabûr a bakurê Iraqê ya nêzî sêgoşeya sînorî ya Iraq, Tirkiye û  Sûriyeyê  dirêj bike. Beriya niha Tirkiye ragihandibû ku difikire li vê herêmê deriyekî din ê sînor bi navê ''Ufa koi'' li beramberî deriyê Pêşxabûr ava bike.

Hikumeta Hewlêrê bi fikar e ku ev derî cihê Pêşxabûrê bigire. Ji ber vê yekê dibe Enqere, Hewlêr û Bexdayê koordîdora "Kenala ziwabûyî" nîqaş bikin.

Li gorî planê, xeta bazirganiyê ya "Kenala ziwabûyî" ji parêzgeha Besrayê ya başûrê welat dest pê bike, di Zîqar û Qadisiyê , Bexda, Selahedîn, Kerkûk û Nînewayê heta sînorê Sûriye û Tirkiye  derbas dike û nêzî herêma Pêşxabûr bi dawî bibe. Tê texmînkirin ku derbaskirina vê rêyê 12 heta 16 saet dem digire.

Hikumeta Iraqê vê projeyê wekî serketinekê dibîne ku dibe salane 4 mîlyar dolar jê qezenc bike û derfetên kar ji bi hezaran kesî re peyda bike.

Hikumeta Iraqê ragihand ku dibe lêçûna vê projeyê bighêje 17 mîlyar dolarî û di destpêka sala 2028'an de bi dawî bibe. Heta niha ji sedî 40 xebatên projeyê bi dawî bûye. Xebat li bendera Faw ya li Besrayê an ku xala destpêkê ya projeyê ye ji aliyê kampanyayên îtalî ve dewam dike.

(bb)


Mijarên Din

Li Îranê toz û tolaz

Esed li Çînê ye