Li bejahiya Şedadê mayînek hate bêbandorkirin

Vê sibê 21`ê Cotmehê agahî ji hêzên Ewlekariya Hundirîn re hatin ku mayînek li bajarokê Mergeda yê bejahiya navçeya Şedadê hatiye bicihkirin, hêzên Ewlekariyê çûn cihê mayînê û mayîn bê bandor kirin.

Li gorî agahiyên ku gihîştine Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Cizîrê, ku mayînek li bajarokê Mergeda hatiye çandin, ji ber vê yekê dewriyek ji endamên koma operasyoanan û koma vekirina amyînan bi hevkariya endamên Rêxistina Têkoşîna li Dijî Sûcan Rêxistinkirî û Saziya Ewlekariya Giştî ber bi deverê ve çûn, sivîl dûr xistin û dever dorpêç kirin û mayîn bêbandor kirin. 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li wê herêmê li mayînan digerin, da ku garantiya jiyana sivîlan misoger bikin.

(eh)

ANHA

 


Mijarên Din