Li Başûr welatiyek ji ber bombebarana artêşa Tirk birîndar bû

Balafirên şer ên Tirk ji duh ve gundên herêma Garê ya ser bi navçeya Amediyê ya Duhokê bombebaran dikin. Duh ber êvarê Bergarê hate bombebarankirin, vê sibehê gundê Gûzê û niha jî bombe li gundê Şêranê ya Garê hate barandin.

Li gorî çavkaniyên herêmî welatiyek herêmê di encama êrîşa balafiran de birîndar bûye.

Gundê Gûzê jî vê sibê hatibû bombebarankirin û di encamê de agir bi gund ketibû.

Duh êvarê jî gundê Pîrbûla ya ser bi Zaxoyê ji aliyê topxaneyên artêşa Tirk ve hatibû topbarankirin.


Mijarên Din