Li Başûr jinên ku li hemberî zihniyeta desthilatdar têdikoşin tên sirgûnkirrin

Endama Meclisa Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Sara Riza got: "Hikumeta Başûr ji rêxistinbûna jinê ditirse, ji ber vê zextan lê dike û jinên ku li hemberî zihniyeta desthilatdar têdikoşin sirgûn dike."

Têkildarî sûcên hikumeta Başûrê Kurdistanê yên li dijî jinan, endama Meclisa Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ya li Başûr Sara Riza ji ANHA'yê re axivî.

'ZIHNIYETA PARTIYETÎ HELWESTA JINAN LI BAŞÛR LAWAZ DIKE'

Sara Riza behsa rewşa jinan li Başûrê Kurdistanê bi taybet jinên siyasetmedar, çalakvanên rêxistinên mafên jinan û hiqûqî, astengiyên ku desthilatdarî ji jinan re derdixîne kir.

Sara got: "Ji ber zihniyeta baviksalarî ya ku xwe dispêre lawazkirina rola jinan di civakê de jinên li Başûrê Kurdistanê xwe bi rêxistin nekirine û nebûne xwedî biryar, heke jinek nêrîneke xwe bide an jî daxwaza mafên xwe bike zext lê tên kirin û wekî jinek xirab û bêşerm wesif dikin. Sedema vê nêzîkatiyên zihniyeta desthilatdar e û danûstandinan bi doza azadiya jinê û rola wê di pêşengtiya civakê de ye. Ji ber vê rêxistibûn û helwesta jinan li Başûrê Kurdistanê lawaz e, ev ji kêmbûna hêz û fikara azad li gel jinan e."

Sara Riza destnîşan kir ku li Başûrê Kurdistanê tu sazî an rêxistinên ku bi jinan ve eleqdar bibe nîne û wiha axivî: " Zihniyeta partiyetî ya takekesî dixwaze ku civak di bin rehma wê de be û girêdayî wê be. Ji bo ku guhertin û pêşketin di hemû aliyên siyasî, aborî û ewlehî li Başûrê çêbibe, pêwîst e şoreşeke civakî pêk were û siyaseteke demokratîk were pêkanîn."

PÊŞXISTINA RÊXISTINKIRINA JINAN LI BAŞÛR GEREK E

Sara Riza bal kişand ser têkoşîna jinan a li hemberî zihniyeta baviksalarî ya desthilatdar û got: "Jin hene ku kiryarên zihniyeta baviksalarî yên li dijî wan red dikin û hemberî vê zihniyetê têdikoşin, vê hêviyek da jin û şêniyan."

Sara diyar kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê ji azadiya jinê û têkoşînê wê ditirse, lewre jinên ku banga azadî û mafên xwe dikin dike hedef û li Hewlêrê gelek jinên siyasetmedar girtin, di 6'ê Tebaxa borî de endama Tevgera Azadî Semînera Kerîm girtin.

Sara Riza bang li jinên Başûrê Kurdistanê kir ku li derdora doza jinê kom bibin heta bigihêjin civakeke azad û avakirina tevgereke taybet bi wan ve û hewl bidin ku ji zihniyeta bavikslarî xilas bibin. Sara got: "Bi rêxistin û perwerdeyê dikarin li hemberî tundî û êrişa li ser jinên li Başûr bisekinin."

Di berdewama axaftina xwe de Sara Riza îşaret bi girtina Endama Tevgera Azadî Semîra Kerîm kir û wiha diyar kir:

"Partiya Demokrat a Kurdistanê fikrên baviksalarî yên nedemokratîk temsîl dike, ji wê zêdetir ji jinên rêxistinkirî û zane ditirse, mînaka vê hevala me Semîra Kerîm bû, a ku serî ji zihniyeta wan re danexist û wekî jin li hemberî vê rejîm û zihniyetê sekinî. Rola hevala me Semîra di nava tevgerê de çalak û bi bandor bû. Bê guman di dirêjahiya salên têkoşîna xwe de li hember gelek zehmetiyan sekinî, ew girtin ji bo wê ji xeta têkoşînê dûr bixin."

'BÊYÎ PDK'Ê YEKITIYA NETEWÎ PÊKAN E'

Derbarê rêveçûna pêkanîna yekitiya netewî li Kurdistanê, endama Tevgera Azadî Sara Riza got: "Hewldan û armancên dewletên dagirker Kurd nebin yek, da ku di bin serweriya wan de bimînin û mafên xwe yên netewî, nasname û çandî bi dest nexin.

Di dîrokê de Kurd ji ber destwerdanên derve parçe ne, heke Partiya Demokrat a Kurdistanê li derdora yekitiya netewî kom nebe jî yekitî bi hemû cûreyên wê pêkan e, ji ber ku PDK'ê çarenûsa xwe bi ajnîdeyên derve digire."

Sara destnîşan kir ku ji 20 salan ve hewldanên pêkanîna yekitiya kurdî hene, lê PDK'ê astengiyan derdixîne da ku ev yekitî pêk neyê, ji ber ku maye wekî amûrekî di destê hemû dewletên dagirker de, ne tenê Tirkiyê.”

Sara da zanîn ku PDK'ê ji bo berjewendiyên xwe yên partiyetî biparêze dest ji destkeftiyên gelê Kurd berdide.

Endama Tevgera Azadî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanî ya li hemberî mudaxeleyên derve û siyasetên dewleta Tirk a dagirker li herêmê. Sara diyar kir ku pirsgirêk ne tenê girêdayî bêdengiya rayedaran û desthilata hikumeta Başûrê Kurdistanê, di heman demê de beşdarbûna wan di pêkanîna plan û siyasetên dagirkeran de ye.

Derbarê lihevkirinên di navbera PDK û dewleta Tirk de, Sara destnîşan kir ku ne dûr e ku bendên lihevkirinê erênî û xeter li ser peymana petrolê be ku herdu aliyan salan 2013'an îmze kirin û li gorî wê 50 sal petrola başûr derbasî Tirkiyê bê kirin.

Sara îşaret pê kir ku benda  yekemîn a lihevkirina du alî; artêşa Tirkiyê derbasî Başûrê Kurdistanê bibe da ku şerê Tevgera Rizgariya Kurdistanê bike, benda duyemîn jî planên Tirkiyê yên dagirkirina Mûsil û Kerkûkê ye da ku mîsaqa Milî pêk bîne.

'TIRKIYÊ BI RÊYA PDK'Ê PLANÊN XWE PÊK TÎNE'

Endama Meclisa Tevgera Azadî Sara Riza bal kişand ser rola PDK'ê di pêkanîna siyasetên dagirkeriyê li Kurdistan û Rojhilata Navîn û got: "PDK'ê amûrek di destê dagirkerên Kurdistanê û Rojhilata Navîn de ye. AKP û MHP wê wekî kevirên şatrancê bi kar tîne û ji bo şerê li dijî gelê Kurd û gelên demokrasîxwaz wê bi kar tîne."

Sara Riza da zanîn ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê bi dehan sivîl şehîd bûn û bi sedan ji gundên xwe koçber bûn, piraniya gundan wêran bûn. Her wiha artêşa Tirk a dagirker bax û baxçeyên sivîlan şewitandin û xwezaya Kurdistanê talan dikin.

Sara diyar kir ku tenê kurdên azadîxwaz û demokrasîxwaz, hêzên gerîla li hemberî siyasetên dagirkeriyê yên li başûrê radibin û li ber xwe didin.

Sara diyar kir ku ne ji mudaxeleyên derve û dijmin baye wê ji zûde yekitiya netewî ya kurdî pêk hatibe, mayîna desthilatê di destê yek partî û malbateke girêdayî derve bandoreke neyinî li pêkanîna yekitiyê li parçeyên din ên Kurdistanê dike.

'LI DIJÎ GELÊ KURD Û JINA AZAD SIYASETÊN XETER HENE'

Sara bal kişand ser siysetên ku li gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê tê kirin û got: "Guman nîne ku siyasetên xeter li ser kurdan têne kirin. Siyasetên siyar û siyasetên veşartî hene. Lê em dizanin ku armanc jê dagirkirina Kurdistanê ye. Têkbirina azadiya jinê û civakê ji armancên pêşîn ên siyasetên dagirkeran e. Ji ber ku jin niha roleke pêşeng di rêvebirina civakê de dilîze û bûye sembola berxwedanê li Kurdistanê, ji ber ku armanca jinan têkoşîna li hemberî desthilatdar û siyasetên dagirkeriyê ye."

Sara Riza got, divê jin yekitiya xwe ava bikin da ku planên dagirkeran têk bibin.

' KESÊN KU DAXWAZA MAFÊN XWE DIKIN TÊN GIRTIN'

Girêdayî hemleyên  girtinê ku hikumeta başûr li dijî çalakvan, rojnamevan û siyasetmandaran li Dihok, Hewlêr û Zaxo dimeşîne Sara Riza got; "Gelê zane xeteriyek li ser desthilatdaran e. Ji ber vê desthilatdarî beşê rewşenbîr, zane û rojnamevanan, xwedî ramanên azad dikin hedef. Ji kesên têne hedefgirtin jin jî ku li ser desthilatdariyê xeter in, ji ber vê yekê têne girtin û astengkirin."

Sara Riza îşaret bi çalakiyên Tevgera Azadî yên derbarê dosyaya girtina 6 endamên wê li Behdanînê kir û diyar kir ku çalakiyên protestoyî li pêşiya nûnertiya parlamentoya Iraqê ya Li Silêmaniyê li dar dixin û dosyaya girtiyan radestî wê dikin û wiha domand: "Me serî li serokê hikumetê, serokwezîr, serokê parlamentoya Iraqê, nûnertiya NY'yê û 20 konsolosên dewletan ên li Bexdayê kirin da, dîsa bi malbatên girtiyan serî li hêzên ewlekariya Hewlêrê dan, lê heta niha bersiv nehatiye dayîn. Heke bersiv hat û ne erênî be dê helwesta tevgerê cûda be."

Endama Meclisa Tevgera Azad a Başûrê Kurdistanê Sara Riza di dawiya axaftina xwe de got sedem ji hemleyên girtina siyasetmedar, çalakvan û rojrnamevanan ew e ku serî ji desthilatdariyê re daxînin.

ANHA


Mijarên Din