Li başûrê Idlibê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de şerê demkî

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku îro di saetên sibê de di navbera hêzên rejîmê û çeteyên ku destekê ji Tirkiyê digirin de li eniya Helban a başûrê rojhilatê Idlibê şerekî demkî derket.

Hêzên rejîma Sûriyê di saetên derengiya şevê din de û îro di saetên serê sibê de gund û bajarokên El-Tih, Kefer Sencê, Has, Amriye û Um Celal ên bejahiya başûrê rojhilatê Idlibê, her wiha girên Kebanê yên bejahiya bakurê Laziqiye topbaran kirin. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku balafirên keşfê û balafirên şer ên Rûsyayê li ser asmanê “herêma bêçek" bi awayekî zêde geriyan.

Îro di saetên sibê de di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de li eniya Helban a başûrê rojhilatê Idlibê şer derket. Êrîşeke wiha cara yekemîn li ser navendên çeteyên Tirkiyê li herêmê çêdibe. Di encama wê de tu ziyanên mirovî çênebûn.

Girêdayî mijarê agirbesta nû ya li “herêma Pûtîn-Erdogan” di roja 7`emîn de didome. Her wiha topbaran ji 31`ê Tebaxê ve hatiye sekinandin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê tekez kir ku roja pêncşemê binpêkirin bi awayekî zêde daket. Hêzên rejîmê bi moşekan herêmên Amiriye, Tibîş ên bejahiya başûrê Idlibê, eniya Kebane ya Cebel El-Ekrad a bakurê Laziqiyê topbaran kirin.

(bx)


Mijarên Din