Li başûrê Hesekê çeteyekî DAIŞ'ê hate girtin

Yekîneyên Taybet ên QSD'ê li gundewarê başûrê bajarê Hesekê bi çalakiyekê çeteyekî DAIŞ'ê girt.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê çalakiyê de daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê twitterê weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku yekîneyên taybet ên QSD'ê bi hevkariya hêzên Koalîsyonê li gundên Şedadê ya başûrê Hesekê çalakiyek li dijî şaneyên DAIŞ'ê pêk anî.

Hate diyarkirin ku di çalakiyê de çeteyekî DAIŞ'ê hate girtin.

ANHA


Mijarên Din