Li balafirgeha leşkerî ya Şieyrat a rejîmê teqîneke bi hêz rû da

Hate ragihandin ku li balafirgeha leşkerî ya Şieyrat a Hêzên Rejîma Sûriyê ya li gundewarê başûrê rojhilatê Humsê teqîneke bi hêz pêk hat, ji ber teqînê kuştî û birîndar hene.

Ajansa SANA‘yê ya girêdayî rejîma Sûriyê ragihand ku di xebatên veguhestinê de li balafirgeha leşkerî ya li gundewarê başûrê rojhilatê Humsê cebilxaneyên demborî teqiyan.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku di teqînê de li gor bîlançoya destpêkê 7 endamên hêzên rejîmê hatin kuştin.

Malpera "Rûsiya Al-Youm" ji çavkaniyekî leşkerî ku nexwest navê xwe eşkere bike got, derdora 20 endamên rejîmê di nav de efser hatin kuştin.

Saleke beriya niha jî li balafirgeha leşkerî ya Şieyrat ji ber êrîşeke hewayî ya balafirên bê mirov teqîn pêk hatin.

 


Mijarên Din