Li Bakurê Sûriyê amadekariyên cejnê

Roja beriya Cejena Qurbanê sûkên herêmên Bakurê Sûriyê qerebalex bûne. Hêzên Ewlekariyê û Trafîkê jî ji bo parastinê seferber bûne.

SibeYekşemê roja yekemîn a Cejna Qurbanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ev hefteyeke sûkên herêmênên Bakurê Sûriyê qerebalex bûne û îro jî tevgera zêdetir bûye.

Tevgera herî zêde ya şêniyan li dukanên şêranî û cil û bergan e.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Polîsên Trafîkê ji bo parastinê û rêxistinkirina tevgera çûn û hatinê li sûkan û di nava taxa de sefer bûne.

Şênî êvara cejnê serdana goristanên şehîdan dikin û moman pêdixin.

Di saetên sibeha roja cejnê jî serdana goristanên şehîdan dikin û merasîman li dar dixin.

ANHA


Mijarên Din