Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa zimanan

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her pêkhate bi çand û zimanê xwe dijî û pergala demokratîk diparêze.

Rejîma Sûriyê jî wek dewleta Tirk a dagirker pergala yek ziman, yek al, yek rengî dide meşandin. Lê gelê li herêmê ji hev bandor bû, gelê Kurd bi Erebî û gelê Ereb jî bi Kurdî diaxive.

Ev mîrasa dîrokî piştî Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an veguherî pergalek ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xurt kiriye. Bi vî awayî her pêkhateyek fêrî zimanê xwe û zimanê pêkhateya cîranê xwe dibe. Ew jî hevgirtina di navbera gelan de zêde dike.

Li Sûriyê 15 ziman hene

Li Sûriyê ji bilî cudabûna zaravayan li gorî herêman 15 zimanên ku pê têne axaftin hene; Erebî, Kurdî, Çerkezî (Adîxî), Turkmanî, Suryanî, Aramî, Aşûriya nû, Azariya başûr(turkmaniya niha) Domerî, Qibirdî, Lomabirîn, Milhiso( ji dema wefata Ibrahîm Henna sala 1998`an ve qir bûye), Torî yan jî Toranî û Aramiya nû ya bakur.

Li bakurê Sûriyê şoreşa pirrengiya çandî û ziman

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bingeha ku eger her gelek zimanê xwe winda bike wê nasnameya xwe winda bike, zimanên tevahiya pêkhateyan pêş xistin û derbasî dibistan, paymengeh, zanîngeh, sazî û desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Di nav amadekariyên şoreşa ziman û çand de û bidestxistina her pêkhateyekê fêrbûna bi zimanê dayîkê, wek gavek destpêkê li ser rêya belavkirin û fêrkirina zimanê Kurdî yekemîn du dibistanên fêrkirina zimanê Kurdî li kantona Kobanê di 26`ê Mijdara 2011`an û ya din li gundê Qermîtliq li kantona Efrînê di heman salê de hatin vekirin.

Berê şênî dûrî çavên rejîma Sûriyê bi şêwaza koman fêrî tîpên zimanê Kurdî dibûn. Ji ber ku Rejîmê fêrbûna zimanê Kurdî yan jî axaftina wê qedexe kiribû.

Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an re şoreşa ziman jî destpê kir. Pêkhateyên herêmê mafê fêrbûna zimanê dayîkê bi dest  xistin.

Tevî zimanê Erebî li dibistanên herêma Cizîrê ji ber pirrengiya pêkhateyên wê zimanên Kurdî û Suryanî wek zimanên fermî hatin dayîn. Li dibistanên herêma Firatê û Efrînê her du zimanên Erebî û Kurdî bûn ên fermî.

Her wiha ev guhertin li kolan, deriyên dikanan û rêyên têketina û derketina ji bajaran pêk hat. Ew nivîs bi zimanên herêmê yên cuda hatin nivisîn.

Li gorî benda hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di deriyê wê yê yekemîn de madeya bi hejmara 3: "Tevahiya zimanên li federaliya demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê di tevahiya warên civakî, îdarî, perwerdehî û çandî de wek hev in. Her gelek bi zimanê xwe kar û barên xwe orgenîze dike."

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Kodo got: “Warê perwerdehiyê li bakurê Sûriyê di çarçoveya şoreşê de gavên dîrokî avêtin. Pergala perwerdehiya demokratîk derî li pêşiya tevahiya pêkhateyan vedike ji bo ku bi zimanê dayîka xwe fêr bibin, bawerî û taîfeyên din ên herêmê nas bikin. Tevî perwerdeya li ser rêgaza civaka demokratîk û komînal.”

Hemleyên li dijî pergala perwerdehiyê

Di destpêka salên fêrkirina materyalên Komîteya Civaka Demokratîk di dibistanên Rojava û Bakurê Sûriyê de bi giştî, rejîma Sûriyê bi zanabûn li dijî perwerdehiya bi zimanê Kurdî û Suryanî sekinî. Hinek dibistan girtin. Agahiyên nerast ên ku banga fîtneyê di navbara pêkhateyan de dikin belav kirin, mîna materyalên komîteyên zaîf in û kadroya perwerdeyê nikare xwendekaran fêr bikin tevî ku ew dibistan ne rewa ne.

Beriya ku şênî materyalan nas bikin, dibistanên herêmê boykut kirin bi taybet pêkhateya Ereb. Lê piştî ku navaroka matreyalan û û pergala wê naskirin, hejmara xwendekaran zêde bûn.

Li gorî hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Kodo hejmara xwendekaran a ku her sal zêde dibe wan hemleyan vala derxist.

Her pêkhateyek zimanê xwe diparêze û fêrî zimanekî din dibe

Rêber Ocalan pêwîstiya fêrbûna her gelekî zimanê dayîka xwe tekez dikir ji ber ku ziman wek nasname û bingeha hebûna gelan tê hesibandin.

Kurdan di destpêka Şoreşa Rojava de Saziya Zimanê Kurdî ji bo fêrkirina zimanê Kurdî vekir.  Êdî zimanê Kurdî di dibistanan de bû zimanê fermî tevî vekirina peymangehan û fakulteyên Wêjeya Kurdî.

Ev tişt ji pêkhateyên din re jî derbas dar bû. Piştî ku pêkhateya Şîşan, Çerkez, Suryan û Turkmen ji mafê fêrbûna zimanê xwe bê par mabûn, êdî zimanê xwe vejandin û bi awayekî fermî di dibistan û navendên taybet de fêrî zarokên xwe kirin.

Pêkhateya Suryan li rex ku di dêran de waneyên zimanê Suryanî têne dayîn, bi awayekî fermî di dibistanan de fêrî zimanê xwe dibe. Her wiha Komeleya Çandî ya Suryanî peymangehên amadekirina mamosteyan ji bo fêrkirina zimanê Suryanî di dibistanên giştî yan li navendên taybet de bi desteka Rêveberiya Xweser vekirin.

Pêkhateya Çerkez bi rêya dewreyên fêrkirina ziman di Komeleya Çekrez de li bajarê Minbicê bi çavdêriya endamên komeleyê bê pere fêrî zimanê xwe dibe.

Pêkhateya Turkmen jî ya ku di dirêjahiya salan de rastî çewisandin û qirkirinê hatibû, piştî rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê mafê xwendin û fêrkirina zimanê Turkmenî bi dest xist. Turkemanan Komeleya Turkmen di 25`ê Nîsana 2018`an de ji bo vejandina çanda Turkmen û fêrkirina zimanê Turkmenî vekir.

Endamê Meclisa Rêveberiya Komeleya Turkman a bajarê Minbicê Feyêz Heyder dibêje armanca komleyê vejandina çanda Turkmen di nav pêkhateyê de ye piştî salên dirêj ji pişaftinê. Gelek malbatên Turkmen zimanê Turkmenî nizanê.

Di demek berê de komeleyê dewreyên fêrkirina zimanê Turkmenî vekirin û bi dehan ji pêkhateyên Turkmen tevî Kurd û Ereb tev li dewreyan bûn ji bo ku fêrî zimanê Turkmenî bibin û çanda wan nas bikin.

Silêma Ibrahîm rêveberê dibistana Salim El-Mirîî ya li bajarê Serêkaniyê, dibêje ji mafê her pêkhateyekê ye ku fêrî zimanê dayîka xwe bibe û fêrî zimanê pêkhateyên herêmê bibe ji bo çanda wan nas bike û ji wan fam bike.

Ibrahîm wiha domand: "Berê tevahiya pêkhateyan ji vê mafê bê par mabûn. Civakên din fêrî zimanên biyanî dibin. Ji mafê pêkhateyên herêmê ye ku zimanê pêkhateyên din ên herêmê nas bikin."

Zêdebûna hejmara xwendekar her sal baweriya şêniyan bi materyalan isbat dike

Gelek guhertin di meteryal û rêbazên wanedayînê yên 2019-2020`an de pêk hatine. Ji vekirina peymangehan û fakulteyên nû.

4 hezar û 223 dibistanên herêmên Cizîr û Firatê û herêmên din ên Reqa, Dêrazor, Tebqa û Minbicê zêdetirî 500 hezar xwendekar ji her sê astên seretayîn, navîn û amadehî pêşwazî dikin. Hejmara xwendekaran li herêmên Cizîr û Firatê tenê 320 hezar û 486 xwendekar in.

Xwendekarên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin xwendina xwe tevî şert û mercên koçberiyê yên dijwar û hewldanên Rejîma Baas astengkirina porsesa perwerdehiyê û girtina dibistanan didomînin.

13 hezar xwendekar di 65 dibistanên Şehbayê û navçeya Şêrawayê de dixwînin.

Di Zanîngeha Rojava de 820 xwendekar hene. Ji aliyekî din ve hejmara xwendekaran di Zanîngeha Kobanê de di 5 beşan de 40 xwendekar e.

Endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Mihemed Hecî îşaretpê kir ku her sal hejmara xwendekaran zêde dibe, ew jî baweriya şêniyan bi meteryalan isbat dike.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din