Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd Zîlan hate bîranîn

Bi boneya salvegera 24`emîn a çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan, jinan li herêma Cizîrê û navçeya Eyn Îsayê rêzeçalakiyên cûda li dar xistin.

Îro 24`emîn salvegera çalakiya fedayî  şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) ku sala 1996`an li dijî artêşa Tirk pêk aniye ye.

Ji bo bîranîna çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan û şermezarkirina êrişên Tirkiyê li ser xaka Kurdistanê û sûcên wê der heqê gelê Kurd û bi taybetî li dijî jinên têkoşer, li gelek deverên herêma Cizîrê gelek civîn û meş hatin lidarxistin.

TIL TEMIR

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê bi koordîneya bi Tevgera Kongreya Star a naçeya Til Temir a kantona Hesekê re, li hola meclisê merasîma bîranînê li dar xist.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Komîteya Perwerdeyê Sena El-Ebas nameya şehîd Zîlan xwend.

Piştre endama Kongreya Star Çîçek Dêrik behsa jiyan û şehîd Zîlan kir û piştrast kir ku çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan ji bo jinên azad wekî rojeke nû û pîroz e.

Merasîm bi siloganên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Li Dirbêsiyê jî merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre yek ji rêveberên Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Rûken Hemo semînerek li ser jiyan û rêwîtiya têkoşînê ya şehîd Zîlan da û wiha got: " Ji ber ku Tirkiyê tunekirina hebûna gelê Kurd armanc dikir şehîd Zîlan li dijî artêşa Tirk çalakiya fedayî pêk anî."

Rûken Hemo wiha berdewam kir: "Zîlanê bi çalakiya xwe  ya fedayî asta têkoşîna geleê Kurd bi giştî û jinên Kurd bi taybetî, zêde kir."

Semîner bi senevîzyoneke li ser jiyana şehîd Zîlan bi dawî bû.

HESEKÊ

Li kantona Hesekê jî Tevgera Kongreya Star du civînên cuda bi rêxistin kir. Wêneyên şehîd Zîlan û wêneyên şehîdên gundê Helincê li hola civînan hatin daliqandin.

Merasîmê bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Mîdiya Ehmed bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) axivî û hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û soza şopandina rêya wan da. Her wiha diyar kir ku şehîd Zîlan bi nasnameya jinan û nasnameyeke mirovî ji bo hemû jinên cîhanê bû sembolek.

Mîdiya Ehmed destnîşan kir ku hemû dewletan li ser tunekirina biratiya gelan li hev kir û diyar kir ku êrişa dawî ya dewleta Tirk li ser gundê Helincê îspata dijberiya mezin a li dijî yekitiya  Kurdî dike.

Piştî axaftinan koma Şehîd Zîlan a mûzîkê ya Dirbêsiyê pêşandanek pêşkêş kir.

Kongreya Star li Kampa Waşûkanî jî civînek li dar xist.

DÊRIK

Li Dêrikê bi sedan şênî û saziyên civaka sivîl bi xwepêşandanekê ku Kongreya Star bi rêxistin kiriye, şehîd Zîlan di salvegera şehadeta wê de bi bîr anî û topbarana Tirkiyê û hedefgirtina jinan şermezar kirin.

Bi sedan şêniyên bajêr li qada Azadî kom bûn û ji wê derê xwepêşandanê dest pê kir û di kolanên sereke re geriyan.

Meşvanan berê xwe dan Qada Jina Azad û li wê derê meş veguherî mêtîngê. Beşdaran bi deqeyeke rêzgirtinê dest bi mêtîngê kirin.

Bi navê Kongreya Star Hediya Abdullah axivî û sersaxî da malbatên şehîdên topbarana Tirkiyê li ser gundê Helincê. Hediya Abdullah di axaftina xwe de şehîd Zîlan di salvegera 24`emîn a şehadeta wê de bi bîr anî û wiha got: "Divê em rêwîtiya têkoşerên ku di oxira azadiya jinan de xwe  feda kirine, temam bikin."

Meting bi tilîliyên dayikan bi dawî bû.

GIRKÊ  LEGÊ

Bi heman boneyê, bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê û gundên girêdayî wê ji qada Şehîd Xebat de dest bi meşê kirin û di kolanên sereke yên navçeyê re geriyan.

Beşdaran pankertên bi nivîsên "Bi berxwedana Zîlan û Arînan em ê terorê tune bikin", rakirin.

Piştî ku meşvan li navrasta navçeyê rawestiyan, yek ji rêveberiyên Kongreya Star Semîre Yûsif wiha axivî: "Em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û em soza temamkirina rêya wan didin. Ji vê derê ji Girkê Legê em tekez dikin ku em hemû Zîlan û Arîn in. Em ê rêya şehîdên xwe  bişopînin û dê sembola me berxwedan be."

Meş bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo jî Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan meşek bi rêxistin kirin. Meş ji pêşiya çarxrêya Umemî ya rojhilatê bjarê dest pê kir û ber bi goristana Şehîd Delîl Saroxan ve dewam kir. Şêniyên bajêr û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşarî meş bûn.

Beşdarên meşê dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan û fedekariyên şehîdan berz kirin û wêneyên şehîd Zîlan, Leyla Qasim û şehîdên berxwedana azadiyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û pankertên bi nivîsên "bi berxwedana Zîlan û Arînan em ê dagirkeran têk bibin", "bi xwîna şehîdan û qêrînên zarokên xwe  em ê hesab ji we bixwazin" û "bi ruhê Sakîna û Avêsta em ê têkoşînê bilind bikin û faşîzmê têk bibin", rakirin.

Meşvan li pêşiya goristana Şehîd Delîl Saroxana rawestiyan. Li wê derê endama Kongreya Star Şemsê Xan Gilo axivî û wiha got: "Bi berxwedana şehîd Zîlan û Avêsta me karî li dijî dewleta Tirk a dagirker bisekinin."

TIRBESPIYÊ

Ji bo şermezarkirina hedefgirtina jinan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û bîranîna şehîd Zîlan, bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê meşiyan.

Meşê ji pêşiya navenda Kongreya Star a li rojhilatê navçeyê dest pê kir û di kolanên rojhilatê navçeyê re dewam kir. şêniyan siloganên li dijî dewleta Tirk a dagirker û bi taybetî hedefgirtina jinan berz kirin.

Şêniyan her wiha wêneyên şehîd Zîlan û pankertên bi nivîsên "Bi berxwedana Zîlan û Arînan em ê dagirkeran têk bibin" rakiribûn.

Şênî li qada Azadî rawestiyan û endama koordînasyona giştî ya Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hediya Şemo axivî û destnîşan kir ku Tirkiyê jinên azad ku ji bo azadiya xwe û gelê xwe têkoşîn dikin, hedef digire.

Hediya Şemo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê Kurd hedef dike û êrişên dawî li ser başûrê Kurdistanê û Şegalê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê yekê îspat dike.

TIL BIRAK

Li navçeya Til Birakê jî bi sedan şêniyan ji pêşiya çarxrêya firinê de heta çarxrêya şehîdan dest bi meşê kirin. Şêniyan dirûşmeyên li dijî dagirkeran berz kirin.

Jinên beşdarî meşê bûne alên Kongreya Star, QSD`ê, YPG û YPJ`ê rakirin û meş li pêşiya çarxrêya şehîdan rawestiya. Yek ji rêveberên Kongreya Star Henan Silêman axivî û tekez kir ku têkoşer Zîlan rê li pêşiya azadiya jinan vekir. Her wiha tekezî bi girîngiya rola jinan di avakirina civakeke azad û demokratîk  de kir.

TIL HEMÎS

Bi heman armancê Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê civînek li dar xist. Di civînê nameya şehîd Zîlan hate xwendin û senevîzyoneke li ser jiyana wê hate pêşandan.

Endama Kongreya Star Weed Ebas axivî û got, zîlan bi kesayeta xwe ya fedaî û şoreşger sebmola jina têkoşer li cîhanê ye.

ENDAMÊN MECLISÊN GIRÊ SPÎ Û EYN ÎSAYÊ NAMEYA ŞEHÎD ZÎLAN XWENDIN

Endamên meclisên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê nameya şehîd Zîlan xwendin.

EYN ÎSA

Her wiha Kongreya Star  a navçeya Eyn Îsayê bi beşdarbûna bi dehan jinan der barê şehîd Zîlan semînerek da.

Piştre endama Kongreya Star a navçeyê Hala Nezal semîner da. Hala got şehîd Zîlan nemuneyek berxwedanê ye.

Di dawiya semînerê de diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

ŞEDADÊ

Kongreya Star a navçeya Şedadê semînerek da. Endama Rêveber a Kongreya Star a kantona Hesekê axivî, behsa rola jin di berxwedanê û beşdarbûna wê di parastina mafê rewşa û rumeta mirovahiyê kir.

Her wiha bal kişand ser têkoşîna şehîd Zîlan a li hemberî faşîzma dewleta Tirk û bang li gel kir ku ji planên Tirkiyê yên dagirkirin û têkbirîna azadiya jinê hişyar bin.

HELEB

Li Helebê jî ji bo bîranîna şehîd Zîlan bi beşdarbûna bi dehan şêniyan du civîn hatin lidarxistin.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC.D) bi beşdarbûna mamosteyan civînek li dibistana Alan Mihemed a beşê rojhilatê yê taxa Şêxmeqsûd li dar xist. Kongreya Star jî li qada Şehîdan a taxê civînek li dar xist.

Di civînan de bi navê Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) axaftin hatin kirin. Di axaftinan de banga mezinkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan hate kirin.

MINBIC

Bi tevlîbûna bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Minbicê meşeke bi meşeleyan hate lidarxistin. Di meşê de sûcên dewleta Tirk a dagireker hatin şermezarkirin.

Meş ji çarxerêya Mêzan a rojavayê bajêr dest pê kir û li stada Beledî ya navrasta bajêr bi dawî bû.

Şêniyan li ber stada Belekî mîtîngeke li dar xist. Piştî deqeyeke rêzgirtin endama rêveber a Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê Emîna Osman daxuyanî xwend, di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk ên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.

Her wiha şehîd Zîlan hate bibîranîn û soza şopandina rêya wê hate dayîn.

Mîtîng bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîd re bi dawî bû.

KOBANÊ

Bi heman armancê Tevgera Jinên Ciwan a Kobanê bi beşdarbûna bi dehan jinan meşek bi meşeleyan li dar xist.

Meş ji qada Jina Azad dest pê kir, di kolana Heleb û goristana Şehîd Dîcle sekinî. Di meşê de sûcên dewleta Tirk  a dagirker hatin şermezarkirin.

ANHA


Mijarên Din