Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexweşiya tagirtina çêlekan derket

Piştî  4 salan dîsa nexweşiya tagirtina çêlekan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket. Her wiha gelek xwediyên çêl û golikan zirar ji vê nexweşiyê dîtin.

Nexweşiya tagirtina çêlan ji nexweşiyên vîrusî yên xetereya wê kêm e, her wiha bi rêya mêşan belav dibe. Nexweşî li gel çêl, golik û gamêşan çêdibe û tedawiya wê tune ye. Ji lew re beytar bi rêya dermanên germahiyê, parastina xwezayî ya lawiran xurt dikin. Ev nexweşî li navçeya Tibespiyê ya herêma Cizîrê her 3 an 4 salan carekê derdikeve.

Piştî 4 salan dîsa nexweşî vegerî herêma Tibespiyê û gelek çêlên herêmê nexweş bûn. Piraniya lawiran baş bûn û hin jî li ber xwe didin. Her wiha li gorî  beytar Rêber Elî sedema vegera vê nexweşiyê, hêzbûna wê ya îsal e. Her wiha Elî diyar kir ku zirara tagirtinê berê ji sedî 1 bû, lê îsal gihişt ji sedî 10’î.

Rêber Elî eşkere kir ku zirara herî mezin li golikan bû. Her wiha Elî texmîn kir ku sedema wê jî hewaya du hefteyên borî bû û wiha got: "Guhartinên hewa bû sedema derketina nexweşiyê bihêz li herêmê."

Li gorî Rêber Elî got ev tagirtin bi rêya kelmêşên xwînmij mîna mêşan ku ji Urdin, Misir û hin dewletên Afrîkayê hatine, hat.

DIYARBÛNA NEXWEŞIYÊ Û MAKANÎZMAYA PARASTINÊ

Xwediyên pez bi rêya xuyakirina germahiya li ser pezên xwe ya bi pileya 41, dikarin nexweşiyê têbîn bikin. Her wiha li çêlan bêhntengî û birînên di bin çerm de diyar dibin. Li gel hin lawirên dîtir felca demkî yan jî mayînde çêdibe.

Rêber Elî da zanîn ku ew çêlan bi rêya vitamîn C û hin dermanên hilgirtinê (iltîhab) derman dikin.

Elî bang li xwediyên çêl û pez kir ku divê bi lez dermanên kelmêşan li cihên lawiran bireşînin, ji ber kelmêşên xwînmij nexweşiyê tînin.

Lawirên ku bi tagirtinê dikevin li gel wan xweparastina li dijî nexweşiyê ji 2 heta 4 salan çêdibe.  

ANHA


Mijarên Din