Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê milyonek koçber û penaber hene

Li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî milyonek koçber û penaber hene. Rêveberî hewl dide pêdiviyên wan bi cih bîne. Rêveberiyê bang li NY’yê kir ku sozên xwe yên destekdayîna koçber û penaberan bi cih bînin.

EHMED MIHEMED / NAVENDA NÛÇEYAN

Yek ji encamên krîtîk ên aloziya Sûriyê û şerê 7 salan, pêla koçberiyê ya şêniyên herêmên Sûriyê ye. Li gelek herêmên Sûriyê pêla koçberiyê bi hejmareke mezin bû ku hejmara wan gihaşt 13 milyon kesî, koçî hundir û derveyî Sûriyê kirin. Di demekê de ku rewşeke zehmet ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanê hebû û aliyê xizmetguzariyê û derkefetên ku rêxistinên mirovî pêşkêş dikirin, kêm bûn.

Di nav herêmên Sûriyê de ku şer lê qewimî, herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ewlehî û îstiqrar lê heye. Vê yekê hişt ku bi sed hezaran koçber xwe lê bigirin. Li wan herêman niha zêdetirî milyonek koçber di nava kampên ku Rêveberiya Xweser amade kirine de, hene.

Der barê mijarê de, hevserokê Buroya Geşkirin û Kar û Barên Mirovî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdilqadir Miwehid wiha got: "Niha li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêzî milyonek koçber li kampên di herêmên cuda yên rêveberiyê de belav bûne. Niha 200 hezar li bejahiya parêzgeha Dêrazorê, 70 hezar li bajarê Minbicê, 100 hezar li Tebqayê û hejmareke mezin di nava herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, di nav de Cizîr û Firatê de belav bûne."

Li van kampên ku Rêveberiya Xweseriya Demokartîk bi rê ve dibe û li gel Neteweyên Yekbûyî (NY) tomarkirî ne, li herêmên cuda 93 hezar û 600 koçber ji herêmên cuda ji Sûriyê ne ku ji ber şer neçar mane derkevin. Rêveberiya Xweser jî bi hemû enerjiya xwe hewl dide xizmetguzariyê ji wan re peyda bike.

Der barê wan kampên fermi de, Ebdilqadir Miwehed wiha got: "Hejmara koçberên di kampên rêveberiyê li rojhilatê Firatê de û li gel NY`ê hatiye tomarkirin, di 10 kampan de 93 hezar û 600 koçber ji herêmên cuda ji Sûriyê ne."

Ebdilqadir Miwehed diyar kir ku bi dehan kampên din ku Rêveberiya Xweser wan bi rê ve dibe hene, lê ew kamp li gel NY`yê û rêxistinên mirovî nehatine tomarkirin, ew kamp li aliyên bajarê Reqayê û bejahiya Dêrazorê ne, tenê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê alîkariyên xizmetguzariyê pêşkêş dike û destnîşan kir ku derdora 300 hezar koçber hene ku koçî herêmên rêveberiyê kirine û di nava avahî û saziyên hikumetê yên berê de dijîn an jî li gel mirovên xwe dimînin.

Herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikaribû ne tenê koçberên ji Sûriyê hembêz bike, ji ber şerê li dewletên herêmî û Iraqê koçberên ji wir jî berê xwe da herêmên rêveberiyê. Niha zêdetirî 17 hezar koçberên ji Iraqê li kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê dimînin ku ji destpêkê ve ji bo koçberên Iraqê hate avakirin û 7 hezar kes ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê lê dimînin.

Hevserokê Buroya Geşkirin û Kar û Barên Mirovî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdilqadir Miwehed teqez kir ku ew li gorî biryar û zagonên NY’yê bi koçber û penaberan re di nava dan û standinê ne û wiha dewam kir: “Di navbera koçber û penaberan de cudahiya danûstandinê heye. Koçber dikarin derkevin derveyî kampê, ji ber ku ew di welatê xwe de ne, lê penaber nikarin di herêmên Rêveberiya Xweser de tev bigerin an jî ji kampê derkevin.”

Di demên dawîn de bi têkçûna çeteyên DAIŞ`ê re li rojhilatê Firatê û bi taybet li Hecîn û bajarokê Baxozê û şerê li wir di navbera QSD`ê û çeteyan de rû da, pêla koçberiyê zêde bû. Malbatên çeteyan jî xwe radestî QSD`ê kir û li niha kampa Holê ya rojhilatê Hesekê dimînin.

Ebdilqadir Miwehed der barê wê de wiha got: "Rastî hejmara koçber û penaberên ji herêmên Hecîn û bajarokê Baxozê piştî operasyona leşkerî ya QSD`ê li dijî DAIŞ`ê pir bû, me texmîn dikir ku 15 hezar koçber bin, lê hejmareke mezin ku hejmara wan heta niha gihaşt 40 hezar koçberan, ew ji kampa Holê re têne şandin, hejmara kesên di kampê de dimînin gihaşt 53 hezar koçber û penaberan."

Der barê malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên di kampên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dimînin Miwehed destnîşan kir ku rewşa van malbatan bi aliyên peywendîdar di NY`yê de di nîqaşê de ye, niha bi welatên wan re danûstandin hene da ku hemwelatiyên xwe ji Sûriyê derxin, lê ev bang hîna kesî guhdar nekiriye, da ku hemwelatiyên xwe yên tev li DAIŞ`ê bûne û niha li gel QSD`ê girtî û yên di kampan de dimînin, vegerînin."

Li ser sedema vevegerîna koçberan li welatên xwe, Ebdilqadir Miwehed destnîşan kir ku hêzên Leşkerî ku gefan li ewlehî û îstiqrarê li wan herêman dixwin, dibe sedema ku welatî venegerin welatê xwe yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, her wiha mal û milkên wan hatin rûxandin û wiha got: "Pêwîstiya koçberan bi mîsogerkirina navneteweyî ji bo vegera wan heye. Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku soz xwe pêk bîne û koçberan vegerîne welatên wan."

Rejîm alîkariyê asteng dike

Ebdilqadir Miwehed di dawiya hevpeyvîna xwe de destnîşan kir ku kêmbûna alîkariya mirovî ji aliyê rêxistinan ve, girêdana wan bi awayekî fermî bi rejîma Sûriyê re ye û desthilata rejîma Sûriyê ji deriyên ku bi rêya wê alîkarî derbasî rêxistinan dibe, destwerdana rejîmê ji derbasbûna alîkariyan nahêle ku alîkarî ji vê hejmara zêde re were.

Der barê rapora NY`yê ya ji bo kampa Holê li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hejmara koçberên ji Baxoz û Hecînê de derketin, Miwehed diyar kir ku rêveberî beriya ku operasyona leşkerî ya dawîn li dijî DAIŞ`ê li dar bikeve, bi NY’yê re civiyane û hemû pêdiviyên pêwîst ji bo aloziya ku derkeve, amade kirin, lê NY`yê ev yek paşguh kir û alîkariyên girîng nedan.

(jo)

ANHA


Mijarên Din