Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kesekî din ji ber Koronavîrûsê jiyana xwe ji dest da

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kesekî din ku bi Koronavîrusê ketibû, jiyana xwe ji dest da.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku berê li Til Koçerê ya herêma Cizîrê kesekî (54) bi Koronavîrusê ketibû, îro jiyana xwe ji dest da.

Heta niha 3 kes ji ber Koronavîrûsê jiyana xwe ji dest dane.

Desteya Tenduristiyê piştrast kiribû ku  heta niha 66 kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Koroanvîrusê ketine.

(fr)

ANHA


Mijarên Din