​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  jin ji bo serhildana li Rojhilat û Îranê li qadan in -HATE NÛKIRIN

Li herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan bi çalakiyên cûda serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kir û qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanên li dijî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî (22) berdewam dikin. Jîna Emînî 16’ê ‎Îlonê bi hinceta ku porê wê xuya dike, ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve hat îşkencekirin û qetilkirin.

Hêzên Îranê tundî û çek li dijî xwepêşanderan pêk anîn. Li gorî Rêxistina ‎Mafên Mirovan a Îranê, di xwepêşandan de zêdetirî 76 kes dihatin kuştin.‎

Li gorî Rojnewsê, rejîma Îranê zêdetirî hezar û 200 xwepêşandêr girtine. Her wiha li ‎gorî berpirsan duh ragihandiye 20 rojnameger hatin binçavkirin û înternetê hatiye ‎qutkirin.‎

Li herêmên Rojhilata Navîn, di nav de Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên cûda bertekên li dijî qetilkirina Jîna Emînî û piştgiriya bi serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêde dibin.

HOL

Kongra Star li kampa Holê qetilkirina Jîna Emînî bi tundî şermezar kir û bang li hemû ‎rêxistinên mirovî kir ku tundiya li dijî jinan bi dawî bikin. Her wiha da zanîn ku sûcê qetilkirina ‎Jîna Emînî dê xalek reş li eniyê her kesên ku destekê dide vê kiryarê û li ser vê yekê bê deng in, ‎bimîne.‎

Daxuyanî li ber avahiya Kongra Star, ji aliyê endama kongrayê Bedriye ‎Hisên ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em li ser bûyereke nû ku dijmirovî û dijexlaqî ye şiyar ‎bûn. Rûyên sûcan cihê ye û sûcdar yek e. Îro jinên bêlaçik bi hincetên olê tên qetilkirin. Ew ‎pirsgirêk di mejiyên wan de ye ne di laçikê de ye. Bi van sûcan dixwazin demê vegerin mîna ‎berê û dixwazin îslama radîkal li gorî pîvan û xwestekên xwe pêk bînin."‎

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk ji aliyekî ve, Îran ji aliyekî din ve û fikrê ‎baviksalarî ji aliyekî din ve ye tundiya derûnî û fîzîkî li dijî jinan pêk tînin, dighêje astekê ku bi xwîneke sar jinan qetil bikin.

Jinan di daxuyaniyê de eşkere kir ku armanca kombûna wan li vir ew e ku dengê xwe bigihînin ‎hundirê Tehranê û dê heta hemû jinên cîhanê rizgar dibin li ber xwe bidin û tê bikoşin.‎

TIL TEMIR

Li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê jî, Kongra Star li Çerxerêya Belde ya li naverasta navçeyê çalakiyek li dijî ‎qetilkirina Jîna Emînî li dar xist.‎

Di çalakiyê de bi dehan jinên Til Temirê, endamên saziyên sivîl û civakî amade bûn. ‎Gelek jin şalên serê xwe ji bo şermezarkirina kiryarên rejîma Îranê li dijî jinên li Rojhilatê ‎Kurdistan û Îranê şewitandin û pankartên "Em hemû Jîna Emînî ne" hildan.‎

Endama Kongra Star a Til Temirê Zîlan Îsmaîl axivî, kiryarên desthilatên Îranê li ‎dijî jinên Kurd û gelê Kurd şermezar kirin û got, hikumeta Îranê bi hincetên derew kurdan qetil dike û azadiya wan qedexe dike. ‎

Zîlan Îsmaîl da zanîn ku jinên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê destekê didin serhildana ‎Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û wiha bi dawî kir: "Em ê di têkoşîna xwe ya ji bo rizgarkirina ‎hemû jinên rastî tundiyê tên berdewam bikin, her wiha em ê bi fikrê azad û demokrasiyê berdewam bikin ku li tevahî cîhanê belav bikin."‎

QAMIŞLO

Meclisa Navçeya Qamişloyê bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl û Kongra Star bi daxuyaniyekê qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir.

Cîgira hevserokatiya Meclisa Navçeya Qamişlo Xurfran Kewkeb daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de qetlkirina Jîna Emînî hate şermezarkirin û hate gotin: "Sûcên li dijî jinan berdewam in. Heta roja me ya îro bi sedan jinên ku banga maf û azadiyê xwe dikin di girtîgehên Tirkiyê de ne û li hemberî îşkenceyê ne exalqî li ber xwe didin."

Meclisa Navçeya Qamişlo diyar kir ku ew li hemberî hemû êrişên li ser jinan disekinin û wiha domand: "Li hemberî hemû cûreyên êrişên derexalqî yên li dijî tevahî jinên li cîhanê em ê bêdeng nemînin."

Di daxuyaniyê de banga xurtkirina têkoşînê li hemberî pergalên serdest li jnan hate kirin û wiha hate gotin: "Bi saya rêberê mezin Abdullah Ocalan jinan mafên xwe nas kirin û ji bo tê tê dikoşin."

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku guhertin û pêşketina civakê wê bi rêya jinan be.

Her wiha bang li aliyên têkildarî û Neteweyên Yekbûyî hate kirin li hemberî aliyên ku sûcên dermirovî û derexlaqî li dijî jinan dikin helwesteke xurt nîşan bidin û cezayên giran li wan bibirin.

KOBANÊ

Li bajarê Kobanê jî daxuyanî li ber avahiya Nivîsgeha Jinan a Saziya Olî daxuyanî ji aliyê endama rêveber  a nivîsgehê Leyla Îsmaîl ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de kiriyên hovane yên li dijî jinan hatin şermezarkirin û hate gotin ku kiryara desthilata Îranê ya li hemberî jina Kurd pêk anîn dûrî îslamê ye.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin li hemberî kiryarên faşîst ên li dijî jinan, bi taybet ên desthilata Îranê yên li hemberî jinên Kurd bisekinin û hesab ji sûcdaran bixwazin.

EYN ÎSA

Li navçeya Eyn Îsayê jî jinan bi daxuyaniyekê serhildana jinan a Rojhilat û Îranê ya li hemberî siyasetên desthilata Îranê silav kir.

Daxuyanî li ber navenda Kongra Star a navçeya hate dayîn. Endama rêveber a Kongra Star Elhan Hemê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de qetilkirina Jîna Emîn hat şermezarkirin û hate gotin ku ev sûc li dijî hemû jinên têkoşer ên li hemberî zihniyeta baviksalarî e.

Her wiha banga xurtkirina têkoşînê û piştgiriya serhildana jinan a li hemberî zulmê hate kirin.

DÊRAZOR

Li Dêrazorê, Komîteya Jinan a Herêma Sebaa Kilo bi daxuyaniyekê qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir.

Daxuyanî li pêşiya navendê ji aliyê cîgira Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Şehnaz El Hefel ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro cîhanê li dijî zulm û zihniyeta baviksalarî ku jinê pê re rû bi rû dimîne, şoreşekî dimeşîne û çirûska wê ya yekemîn li Îranê vêxist.

Di daxuyaniyê de hate gotin:`` Qanûnên navneteweyî sûcê rejîma Îranê red dike, her wiha adet, kevneşopî û ola me ya îslamî jî wê yekê qebûl nake. Bi navê jinên Dêrazor û Bakur û Rojhilatê Sûriyê em i dijî vê siyaseta hov disekinin, rêya azadiyê ku rêber Abdullah Ocalan ji bo jinê dest pê kiriye, dişopînin. Bi şehadeta Jîna Emînî em ê li ber xwe bidin û bi ruhê şehîd Raniya Etaa, Zozan Zêdan, Dîlan Îzedîn, Diyana Elo û Silava Remedan ku di encama bombebarana balafirên biçek ên dewleta Tirk de şehîd bûn, em ê berxwedanê berdewam bikin û bi serkevin.ʹʹ

ANHA


Mijarên Din