Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber koronayê 3 kesin din mirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 3 kesan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye, her wiha 58 kesên din jî bi koronayê ketine.

Hevserokê desteyê Ciwan Mistefa diyar kir ku her 3 kesên ku ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye, mêrek û jinek ji Hesekê û mêrek ji Qamişlo ne.

Mistefa da zanîn ku li herêmên Bakur û Rojhlatê Sûriyê 58 kesên din bi koronayê ketine, ji wan 31 mêr in û 27 jî jin in û li van herêman in;

Hesekê: 19

Dirbêsiyê: 8

Dêrikê: 7

Girkê Legê: 3

Amûdê: 2

Kobanê: 2

Reqa: 8

Şehba: 8

Tebqa: 1

Ciwan Mistefa bi bîr xist ku 16 kesên ku berê bi koronayê ketibûn jî baş bûne.

Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hezar û 209 kes bi koronayê ketine, ji wan 55 kesan jiyana xwe ji dest daye û 350 kes jî baş bûne.

(kc(

ANHA


Mijarên Din