Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên korona nêzî 5 hezarî dibe

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 seatên dawî de 254 kesên din bi koronayê ketine û 6 kes jiyana xwe ji dest dane.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 254 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koronayê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa piştrast kir ku ji nav pêketiyên koronayê 142 mêr in û 112 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 27

Qamişlo: 12

Dêrik: 28

Rimêlan: 1

Girkê legê: 6

Tirbêspiyê: 2

Amûdê: 3

Dirbêsiyê: 1

Kobanê: 56

Reqa: 42

Tebqa: 37

Minbic: 32

Dêrazor: 6

Şehba:1

Mistefa anî ziman ku ji nav nexweşiyên koronayê 3 kesên din baş bûne û 6 kes jî mirine.

Bi van daneyan hejmara giştî pêketiyên koronayê gihaşt 4 hezar û 604 kesan ji nav wan 125 kes jiyana xwe ji dest dane û 707 kesên din baş bûne.

ANHA


Mijarên Din

Li Efganistanê teqîn