Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hejmara kesên bi koronayê ketine ji hezarî derbas bû

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 41 kesên din li herêmê bi koronayê ketine.

Hevserokê desteyê Ciwan Mustefa ragihand ku 41 kesên ku bi koronayê ketine, 21 ji wan mêr in û 20 jî jin in û ji van herêman in:

Hesekê: 9

Qamişlo: 7

Girkê Legê: 5

Dêrik: 4

Rimêlan: 3

Dirbêsiyê: 10

Çilaxa: 1

Til Temir: 1

Şehba: 1

Mistefa destnîşan kir ku 4 kesên ku berê bi koronayê ketibxwn, baş bûne.

Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hezar û 7 kes bi koronayê ketine, jê 48 kes mirine û 313 baş bûne.

kc

ANHA


Mijarên Din