Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên bi Koronavîrusê ketine bû 8

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa diyar kir ku li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di du kesên din de vîrusa Koronayê hate tesbîtkirin.

Dr. Ciwan Mustefa eşkere kir ku li Hesekê jinek û li bajarê Dêrikê jî jinek bi şewba Koronavîrusê (Covid-19) ketine. Her wiha destnîşan kirin ku herdu jinên bi vîrusê ketine di bin çavdêriya tibî de ne.

Desteya Tenduristiyê beriya niha ragihandibû ku 6 kes bi vîrusê ketine, bi vê yekê hejmara kesên li herêmên Rêveberiya Xweser bi vîrusê ketine bû 8.

ANHA

 


Mijarên Din