Li Bakur û  Rojhilatê Sûriyê 52 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku  52 kesên din bi vîrusa koronayê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa daneyên dawîn ên vîrusa koronayê eşkere kir û got ku sê kesên ku ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane mêrek ji Hesekê, yek ji Qamişlo û yek ji Tirbespiyê ye.

Ciwan Mistefa da zanîn ku 52 kesên bi vîrusê ketine li van  herêman in:

Hesekê: 17

Dêrikê: 16

Qamişlo: 5

 Girkê Legê: 5

Dirbêsiyê: 3

Amûdê: Yek

Til Koçer: Yek

Rimêlan: Yek

Reqa: 3

Mistefa bi bîr xist ku 8 kesên bi vîrusê ketibûn baş bûne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hezar û 670 kes bi vîrusa Korona ketine, ji wan 67 kesan jiyana xwe ji dest dane û 437 kes jî baş bûne.

(eh)

ANHA


Mijarên Din