Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 48 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 saetên dawîn de ji ber pandemiya Koronayê nexweşekî din li herêmê jiyana xwe ji dest daye û 48 kesên din bi koronayê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku ji ber pandemiyê mêrek ji Hesekê miriye.

Her wiha destnîşan kir ku li herêmê 48 kesên din bi vîrusa koronayê ketine, jê 27 mêr û 21 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 14

Qamişlo: 3

Girkê Legê: 4

Dêrik: 3

Amûdê: 2

Dirbêsiyê: 1

Til Temir: 1

Kobanê: 10

Reqa: 8

Minbicê: 1

Tebqa:1

Mistefa da zanîn ku 5 kesên ku bi koronayê ketibûn jî baş bûne.

Tevî daneyên îro hejmara kesên bi vîrusa koronayê li herêmê gihaşt hezar û 446`an jê 62 kes mirine û 402 din jî baş bûne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din