Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 hezar û 92 dibistan deriyên xwe li pêşiya xwendekaran vekirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro 4 hezar û 92 dibistanê deriyên xwe li pêş nêzî 900 hezar xwendekar vekir. Ji bo parastina xwendekaran ji koronayê, tedbîrên cidî hatin girtin.

Li gorî biryara Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li bajarok, bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro dibistan hatin vekirin.

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 hezar û 92 dibistanên seretayî, navîn û amadehî hene.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê bi hevkariya bi Desteya Tenduristiyê re tedbîrên parastina xwendekaran koronayê girtin, her wiha dê xwendekaran maskan bi kar bînin û pabendî dûrxistina civakî bin.

 (fr)

ANHA


Mijarên Din