Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 39 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 2 kesên bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketibûn, mirine û di nava 24 saetan de 39 kesên din pê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku 2 kesên ku ji ber vîrusê mirine, jin in û ji Kobanê ne.

Mistefa da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 39 kesên din bi vîrusê ketin, jê 26 mêr û 13 jin in û ji van herêman in;

Hesekê: 17
Qamişlo: 9
Girkê Legê: 4
Dêrik: 3
Tibespiyê: 2
Çilaxa: 1
Rimêlan: 1
Til Temir: 1

Ciwan Mistefa piştrast kir ku 7 kesên bi vîrusê ketibûn, baş bûne.

Hejmara giştî ya pêketiyên vîrusa koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hezar û 398 e, jê 61 kes mirin û 397 jî baş bûne.

(fr)


Mijarên Din