Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 31 kesên din bi vîrusa Korona ketine

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 31 kesên din bi vîrusa Korona ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa daneyên dawîn eşkere kir û got ku 22 mêr û 9 jin bi vîrusê ketine û ew jî li van herêman in:

Hesekê: 9

Qamişlo: 8

Girkê Legê: 2

Dêrikê: 4

Tirbespiyê: 3

Til Temir: 3

Çilaxa: Yek

Şehba: Yek

Ciwan Mistefa da zanîn ku 6 kesên bi vîrusê ketibûn baş bûne.

Li  Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hejmara îro hezar û 151 kes bi vîrusê ketine, ji wan 52 kesên pê ketibûn jiyana xwe ji dest dane û 334 kesên din jî baş bûne.

(eh)

ANHA


Mijarên Din