Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 29 kesên bin Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser îro ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 29 kesên din bin Koronayê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir ku kesên bi Koronayê ketine 15 mêr, 14 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 3

Qamişlo: 11

Dêrik: 13

Tebqa: 1

Minbic: 1

Mistefa diyar kir ku kesek baş bûye.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 18 hezar û 642 kes bi Koronayê ketine, 764 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 891 kes baş bûne.

(cx)


Mijarên Din