Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 23 kesên din bi vîrusa koronayê ketine

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ragihand ku 23 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine.

Li gorî hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa, kesên bi vîrusa koronayê ketine 16 mêr û 5 jin in û ji van herêman in:

Hesekê: 4
Qamişlo: 2
Dêrik: 6
Girkê Legê: 1
Reqa: 2
Tebqa: 2
Dêrazor: 4

Ciwan Mistefa diyar kir ku 3 nexweş jî baş bûne.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 hezar û 420 kes bi vîrusa koronayê ketine, ji wan 289 kesan jiyana xwe ji dest da û hezar û 194 kes jî baş bûn.

(dx)


Mijarên Din