​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 20 kesên din bi Koronavîrusê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 20 kesên din bi Koronavîrusê ketine. Her wiha li Şehbayê jî kesekî ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest da.

Hevserokê Desteya Tenduristitê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa ragihand ku 20 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine. Mustefa piştrast kir ku yek ji wan kesên ku pê ketine, li Şehbayê jiyana xwe ji dest da û ew jî mêrekî temenmezin e.

Mistefa anî ziman ku 20 kesên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koronayê ketine wiha ne: 16 kes li herêma Cizîrê, 2 kes li Dêrazorê,  2 kes li herêma Şehbayê ku yek ji wan jiyana xwe ji dest daye.

Ciwan Mistefa piştrast kir ku kesekî ku berê li Qamişloyê bi koronayê ketibû, baş bûye.

Bi vê hejmara ku îro hatiye diyarkirin, heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 50 kes bi Koronavîrusê ketine.

(kc)

ANHA


Mijarên Din