Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 19 kesên din bi Koronavîrusê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 19 kesên din ku bi Koronavîrusê ketine û yek ji wan jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustefa ragihand ku 19 kesên din li herêmê bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine.

Li gorî desteyê 14 kes li herêma Cizîrê û 5 kes jî li Şehbayê ne.

Bi vê yekê hejmara giştî ya nexweşên Koronavîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû 138 û 6 mirî. Her wiha 10 kes jî baş bûne.

Tê zanîn ku beriya niha li herêma Cizîrê 97 kes, li Şehbayê 19, li Reqayê 9, li Kobanê 4 û li Dêrazorê 8 kes bi Koronavîrusê ketibûn. Her wiha hate zanîn ku 3 xebatkarên tenduristiyê jî bi vîrusê ketine.

(bx)

ANHA


Mijarên Din