Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 11 kesên din bi COVID-19 ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand 11 kesên din bi koronayê ketine û du kesên din bi Koronavîrusê mirine.

Hevserokê  Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustefa îro diyar kir ku 11 kesên din bi vîrusê ketine û belavbûna wan wiha ye:

Li Cezîrê 6

Li Kobanê 3

Li Şehbayê 2

Mistefa da zanîn ku kesên korona bi wan re heye, 8 mêr û 3 jin in.

Di heman demê de Mistefa bi bîr xist ku 7 kesên din baş bûne û bi vê yekê hejmara kesên baş bûne gihaşt 17`an

Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 182 kes bi koronayê ketine û 10 jî mirine.

(eh)

ANHA


Mijarên Din