Li bakurê Eyn Îsayê helîkoptereke artêşa dagirker kete xwarê

Di çarçoveya parastina rewa de, şervanên QSD`ê helîkoptereke artêşa Tirk a dagirker li herêma bakurê navçeya Eyn Îsayê xistin xwarê.

Helîkoptera artêşa Tirk a dagirker ku sivîl li herêmê bombebaran dikirin, şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de û parastina gel, helîkoptera dagirkeran şevê din beriya pêkanîna agirbestê ku saet 22:00 kete meriyetê ji aliyê QSD`ê ve, kir armanc û xiste xwarê.

Erkana artêşa dagirker jî îdîa kir ku helîkopter di encama pirsgirêkeke teknîkî de ketiye xwarê.

(kc)

ANHA


Mijarên Din