Li bajarên Spanyayê xwepêşandanên jinan

Li gelek bajarên Spanyayê jin xwepêşandanan li dar dixin. Piştî ku rêjeya şîdeta li ser jinan û binpêkirina mafên jinan li welat zêde bû, jinan banga çalakiyan kir.

Bi hezaran jin li bajarên Spanyayê derketin qadan û bi dirûşmên "Ew me dikujin", "Tu sedem ji bo kuştinê tune ne" û"Sînorekî ji kuştinê re deynîn" çalakiyên xwepêşandanê  li dar xistin.

Ji bo pêkanîna gelek vexwendnameyên ji meclisên parastina mafên jinan, jinên li bajarên Spanyayê li paytexta Spanyauê Madrîdê, bajarên Sevilla, San Sebastian û gelek bajarên din derketin kolanan. Jinan cînayetên jinan û binpêkirinên dawîn ên li dijî jinan şermezar kirin.

(jo)


Mijarên Din