Li bajarê Babê yê dagirkirî teqîn

Li navenda bajarê Babê yê ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin, teqînek rû da û di encamê de 8 kes birîndar bûn.

Beriya niha bi çend kêliyan, li nêzî çerxereya El-Sinter ê bajarê Babê yê dagirkirî, motorsiklêtekî bombebarkirî teqiya. Li gorî çavkaniyan, 8 kes birîndar bûne.

Dewleta Tirk a dagirker îdîa dike ku herêmên wê dagir kiriye wekî Bab, Ezaz, Cerablûs û Efrînê ewle ne, lê rojan e teqîn û şer di navbera çeteyên wê de çêdibin.

(kc)

ANHA


Mijarên Din