Li Babê 8 çete hatin kuştin

Çalakiyên HRE’yê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber berdewam dikin. Di çalakiya dawîn a HRE’yê ya li Babê de 8 çete hatin kuştin û 5 çete jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyek der barê çalakiyên xwe yên dawîn de da ku di 28 û 29’ê Tebaxê de pêk anîne. Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku pêr li navenda Efrînê li dijî baregeheke sîxuriyê ya çeteyên artêşa Tirk çalakiyek pêk anîne lê belê di vê çalakiyê de der barê windahiyên çeteyan de agahiyên zelal bi dest neketine. Her wiha HRE’yê ragihand ku di çalakiya wan a li Babê ya duh de 8 çete hatine kuştin û 5 çete jî birîndar bûne.

Berfirehiya daxuyaniya HRE’yê wiha ye:  

“Hêzên me çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrîn û derdora wê berdewam dikin.

Di 28’ê Tebaxê de hêzên me çalakiyeke sabotajê li dijî baregeheke sîxuriyê ya girêdayî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Rêya Vêlat a li navenda bajarê Efrînê li dar xist. Der barê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal bi dest neketin.

Di 29’ê Tebaxê de hêzên me ji sê milan ve êrîş bir ser baregehên çeteyên Firqet El-Hemze û Sultan Murad yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundê Daxilbaş ê herêma Babê. Yekîneyên me bi çekên sivik û navîn şerê rû bi rû bi çeteyan re kirin û çalakiyeke sabotajê li dijî seyareyekî wan li dar xist. Di encama çalakiyê de 8 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn. Her wiha hêzên me dest danî ser çekeke AK-47 û dûrbîneke şevê ya artêşa Tirk a dagirker.

Di 28 û 29’ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obus û tankan wargehên sivîlan ên li gundên Nêrebiyê, Til Cîcan, Zîwan ên herêma Şehba û gundên navçeyên Şera û Şêrawa Merenaz, Malikiyê, Şewarixa, Soxanekê, Aqîbê bi dijwarî topbaran kirin û hemwextî wê balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser herêmê geriyan.”


Mijarên Din