Li avahiyên enerjiyê yên li Esfehanê ya Îranê teqîn

Ajansa IRNA ya Îranê îro daxuyand ku li bajarê Esfehan ê Îranê teqîn li avahiyên enerjiyê pêk hatin.

Ajansa IRNA li ser zimanê rayedarekî ragihand ku teqîn li stasyona enerjiyê ya bajarrokê Îslamabad ê Esfehanê çêbûye, teqîn di encama pirsgirêka jeneratoran de pêk hatiye û tu birîndarî yan jî kuştî tune ne.

Li Îranê di çend hefteyên borî de rêzeteqîn li gelek nuqteyên leşkerî, nukleer û endustriyê çêbûn.

Serokê Rêxistina Parastina Sivîl a Îranê Xulam Rîza Celalî got Tehran encama teqînê bi dûr nabîne ku ji hêla komên opozîsyonê ve yan jî êrişên sîber ên DYA’ de çêbûne. Lê belê rayedarên Îranê yên dîtir jî diyar kir ku li pişt van teqînan Îsraîl heye.

(fr)


Mijarên Din