Li Amedê polîsên Tirk êrîşî HDP’yiyan kir, Hevserokê HDP`ê jî bang kir

Parlamenter, hevşaredar û rêveberên HDP’ê xwest li dijî tayînkirina qeyûman li ber Şaredariya Amedê daxuyaniyekê bidin. Piştî girse li pêş şaredariyê kom bû, polîsan êrîşî girseyê kir.

Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Sezaî Temellî û hemû hevşaredarên HDP'ê yên Amedê, parlamenter û rêveberên HDP'ê li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê xwest li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyekê bidin. Piştî girse li pêş şaredariyê kom bû, polîsan êrîşî girseyê kir.

Girse piştî ku kom bû, xwest bimeşe pêş şaredariyê. Polîsan girse dorpêç kir û destûr neda bimeşin. Dema ku girseyê xwest bimeşe ber şaredariyê û tev li koma parlamenteran bibe, rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan destûr neda ku girse bimeşe nuqteya ku wekîl û hevşaredar lê kom bûne. Polîsan bi ava şid avêt girseyê.

Parlamentera HDP’ê birîndar bû

Her wiha hate zanîn ku di mudaxeleya polîsan de parlamentera HDP'ê Ayşa Acar Başaran jî birîndar bû. Mudaxeleya polîsan a li dijî hevşaredar û parlamenteran jî didome.

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî jî li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyek da û bang kir ku li her deverê her kes dengê xwe bilind bike.

Şaredariya Amedê ku duh ji aliyê rejîma Enqereyê ve hate desteserkirin, bi wesayitên zirxî hatiye dorpêçkirin û nahêlin HDP'yî xwe bigihînin avahiya şaredariyê.

Temellî: Dengê xwe bilind bikin

Temellî di daxuyaniya xwe de wiha got: "Li her deverê dengê xwe bilind bikin. Têkoşîna me têkoşîna mafdariyê ye. Li pêşeroja xwe, li îradeya xwe bibin xwedî. Mîna duh îro jî em daketine qadan. Em ê faşîzmê hilweşînin, em ê vî welatî teqez azad bikin, em ê teqez bi ser bikevin."


Mijarên Din