Li Amedê berxwedana li dijî desteserkirna şaredariyan di roja 13’an de didome

Berxwedana li dijî desteserkirina şaredariyên HDP’ê yên Amed, Mêrdîn û Wanê di roja xwe ya 13’an de berdewam dike.

Li Amedê berxwedana li dijî dagirkeriya qeyûman a şaredariyên Amed, Wan û Mêrdinê yên ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve, di roja 13’an de didome. Gel li Kolana Lîseyê li hev civiya û dirûşmên “Amed a me ye”, “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” , “Li dijî qeyûm mil bi mil” û “Mêrdin ya me ye rûmeta me ye” berz kirin.

Parlamenterên HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Remziya Tosûn, Salîh Aydenîz, Feleknas Ûca, Dersim Dag, Semra Guzel, Ahmet Şik, Hişyar Oszoy, Dayikên Aştiyê, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli û hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakiya rûniştinê bi daxuyaniya çapemeniyê berdewam dike.


Mijarên Din