Li Amedê berxwedan di roja 10’an de ye

Çalakiya rûniştinê ya ku bi pêşengiya parlamenter û hevşaredarên HDP’ê li dijî qeyûman dest pê kiriye, di roja 10’an de didome.

Di 19’ê Tebaxê de desthilata AKP û MHP’ê şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê desteser kiribûn. Li hemberî vê desteserkirinê çalakiyên protestoyê hatibûn lidarxistin û ev çalakî di roja 10’an de didomin.

Çalakiya rûniştinê ya li Amedê dîsa li Kolana Lîseyê dest pê kir. 4 kolanên ku diçin qada çalakiyê, ji aliyê polîsan ve hatin girtin.

Çalakger destê sibehê hatin qada çalakiyê û sloganên ‘Amed ya me ye û rûmeta me ye’ berz kirin.

Parlamenterên HDP’ê Ahmet Şik, Remziye Tosun, Hasan Ozguneş, Tayyîp Temel, Salîha Aydenîz, Feleknas Ûca û Mûsa Farisogullari jî tev li çalakiyê bûn.

Tê payîn ku serokên giştî yên Partiya Keskan û Partiya Şoreşger jî tev li çalakiyê bibin.

Şaredariyên HDP’ê yên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê di 19’ê Tebaxê de ji aliyê hêzên rejîma Tirk ve hatibûn desteserkirin û qeyûm li şûna wan hatibûn peywirdarkirin. Li gelek bajaran jî 400 kes hatibûn destgîrkirin. Li 3 bajaran çalakiyên protestoyê didomin û polîsên Tirk jî êrîşî çalakgeran dikin û rojnamegeran asteng dikin.


Mijarên Din