Li Amêdiyê balafira keşfê ya Tirk ket xwarê

Li sînorê bajaroka Amêdiyê balafirek keşfê ya dewleta Tirk ket xwarê û herêm ji aliyê balafirên şer ve hate bombebarankirin.

Li gorî Rojnewsê, balafirek keşfê ya dewleta Tirk piştî ku demek bi ser asîmanê Geliyê Sîva li nêzî gundê Guherzî geriya, ket xwarê. Sedma ketina balafirê hîna nehatiye znaîn.

Her wiha hate gotin ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Geliyê Meranî û rêze çiyayê Gare yê li nêzî bajaroka Çemankê ya ser bi Amêdiyê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê şewatek mezin bi eraziyê deverê ketiye.


Mijarên Din