Li Amûdê kesekî ku pereyê sexte çêdikir, hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişloyê, kesekî ku pereyê sexte çêdikir, girt û veguhest Komîteya Lêpirsînê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku li navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê kesekî ku pereyê sexte çêdikir, girt. Hêzên Ewlekariyê diyar kir ku ew kes vê sibehê hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Hejmareke şêniyên Amûdê gilî pêşkêşî hêzên me kirin û diyar kir ku pereyên sexte bi dest wan ketine, bêyî ku zanibin ji ku derê bi dest xistine."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kir ku bi koordîneya bi Beşa Têkoşîna li dijî Sûcan a navçeya Dirbêsiyê re, dest bi lêkolîn û lêpirsînê kirin.

Beşa Têkoşîna li dijî Sûcan a Amûdê piştrast kir ku wan hejmarek ji pereyên hezar lîreyên Sûriyê yên sexte, alaveke çapkirinê ji cureya EPSON, alaveke pereyan qut dike û 2 telefonên destan desteser kirine.

Kesê hatiye girtin veguhestin Komîteya Lêpirsînê da ku tedbîrên qanûnî der heqê wî de bên girtin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din