​​​​​​​Li Amûdê hemleya çandina daran

Ji bo xweşikkirina xuyanga navçeya Amûdê şêniyên navçeyê bi koordîneya Komeleya Parastina Hawîrdorê ya Amûrdê û Komîteya Hawîrdorê ya Şaredariya Gel a naveçyê, hezar darên daristanî li dora goristana sivîlan ji aliyê hundir û derve ve çandin.

Şêniyên navçeyê bi hevkariya Komeleya Parastina Hawîrdorê ya Amûdê û koordîneya Komîteya Hawîrdorê ya Şaredariya Gel a navçeyê û Nivîsgeha Kar û Barên Rêxistinan, hezar dar li dora goristana sivîlan ji aliyên derve û hundir ve çandin.

Endamê rêveberiya Meclisa Komeleya Parastina Hawîrdorê ya Amûdê, Ibrahîm Sîno destnîşan kir ku ew ji vê projeyê armanc dikin, xuyanga navçeyê pêş bixin, xweşik bikin û hawîrdorê ji qirêjbûna ji ber domana erebeyan biparêzin.


 

Sîno da zanîn ku heta niha zêdetirî 600 dar hatine çandin û hemleya wan dê heta çandina tevahiya darên mayî berdewam bike.

Komeleya Parastina Hawîrdorê û Komîteya Hawîrdorê ya Şaredariya Gel a navçeyê, dê daran av bidin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din