Li Almanyayê teqîn: 25 birîndar

Îro teqînek li bajarê Blankenburg ê rojhilatê Almanyayê pêk hat û di encamê de 25 kes birîndar bûn.

Malpera RND a Almanyayê ragihand ku teqîn di saet 08:55’an de pêk hat û di encamê de gelek kes birîndar bûn û dibe ku kuştî jî hebin.

Li gorî kovara Fox a Almanyayê herî kêm 25 kes ji ber teqînê birîndar bûne.

Girêdayî mijarê berdevkê polîsan Auer Baker got: "Ne dûr e birîndar zêde bibin û şênî ji gelek avahiyên ku li nêzî wê teqîn pêk hatiye, hatin derxistin."

Auer Baker wiha lê zêde kir: "Hê jî sedema teqînê ne eşkere ye."

(fr)


Mijarên Din