Li Almanyayê jineke DAIŞ`î hate girtin

Hikûmeta Almanyayê jina bi navê Umeyma Abdî girt ku du caran bi serçeteyên almanî yên DAIŞ’ê re zewiciye û dayika 3 zarokan e. Wêneyên rêwîtiya ji Almanyayê ber bi Sûriyê ve ku di sala 2011`an de DAIŞ`ê dagir kir, daneyên jînenîgariya Umeyma ya di nava DAIŞ`ê de û têkiliyên wê bi serçetayan re û piştî 5 mehan ji lêpirsînê, hatin kifşkirin.

Tora Erebiye ragihand ku Umeyma Abdî (34) li bajarê Hamburg ê Almanyayê kiryar organîze dikirin û xebata wergerê dikir, jiyaneke hêmin didomand, lê ev hemû dema ku telefona xwe ya ku rojên wê li bajarên Reqa û Hemsê tomar dikir, winda bû, guherî. Wê demê kete destê rojnemevanek ereb û rêwîtiya wê bi DAIŞ`iyên li Sûriyê kifş kir û avêtin girtîgehê.

Rojnameya Daily Mail roja çarşemê ragihand ku Umeyma Abdî hefteya borî di helîkoptera polîsan de hate dîtin.

Çîroka Umeymayê dema telefona xwe winda kir, kifş bû. Tê zanîn ku Umeyama telefona xwe dema beşdarî nava çeteyên DAIŞ`ê yên li Sûriyê bûbû, bi kar dianî û kete destê rojnamevaneke kanala El-Alan. Rojnemevan di deşîfrekirina agahiyên di telefone de bi ser ket û jînenîgariya wê ya tarî ku beriya 3 salan ve ser welatê xwe veşartibû, kifş kir.

Di telefonê de deh wêneyên ku têkiliya Umeyma bi DAIŞ`ê re eşkere kirin, hebûn. Her wiha rêwîtiya wê ku ji Almanyayê dest pê kir û li wir bi dawî bû jî, belge kiribû. Di wêneyekî de  çeka kalaşnîkof hilgirtibû, di heman demê de di wêneyekî din de jî al hilgirtibû, bi çekê dilîst û keça wê ya 8 salî sergirtî bû, paşê dema çû dibistana DAIŞ`ê rûyê xwe hemû nixumand.

Umeyma ku bi eslê xwe tunisî ye û bi Nadir Hedra re zewicî, paşê ber bi Sûriyê ve çû û li wir 3 zarokên wê çêbûn, lê hevserê wê di şer de mir, paşê jî yekî elmanî ku bi navê Mixenî Rab "Dîzo Doc" dihat naskirin, zewicî. Ew jî di 2018`an de hate kuştin, li ser vê yekê Umeyma Abdî tevî zarokên xwe li Almanya vegeriya û li wir tu kesî jînenîgariya wê qet nas nekir, ser çavên xwe vekir û jiyana xwe berdewam kir.

(eh)


Mijarên Din