Polîsên bajêr bi twittekê wiha diyar kir: "Me ajokarê erebeyê yê ku ev kirin pêk aniye, girt."
Tîmên polîs û rizgariyê çûn cihê bûyerê, her wiha desthilatan ji welatiyan xwest ku neçin naverasta bajêr, lê belê îşaret bi xwezaya êrişê nekirin, ku êrişeke terorî ya muhtemel heye yan na.
Berpirsê bajarê Trier Wolfram Liebe ji kanala SWR re wiha got: "Ji bilî 2 miriyan, 15 kes jî bi giranî birîndar bûne."
(fr)