Li Akademiya Şehîd Dijwar Efrîn dewreyeke din a QSD`ê bi dawî bû

Akademiya Şehîd Dijwar Efrîn a leşkerî ya QSD`ê dewreya pêncemîn a bi navê şehîd Emîn Pîro li navçeya Çelebiyê ya girêdayî kantona Kobanê bi merasîmekê bi dawî kir.

Dewreya perwerdeyê 60 rojan berdewam kir. Şervanên ku tev li perwerdê bûne, waneyên bîrdozî û leşkerî dîtin.

Bi dehan fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Disîplîna Leşkerî di merasîma derçûnê de amade bûn.

Di merasîmê de şervanan sond xwar. Piştî sondxwarinê yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Erdal Girê Spî axivî û bidawîkirina perwerdeya leşkerî li şervanan pîroz kir û ji wan xwest ku tişta ku ji perwerdeyê fêr bûne di jiyana xwe ya leşkerî de pêk bînin.

Her wiha Erdal Girê Spî bal kişand ser girînigiya hevgirtinê û diyar kir ku divê ew li dijî planên dewletên dagirker ku dixwazin destkeftiyên ku şehîdan bi xwîna xwe bi dest xistine talan bikin, bibin bersiv. 

Merasîm bi pêşkêşkirina hunerên şer ên şervanan, bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din