Li 4 nexweşxaneyên Kobanê tenê tomografek heye

Di aliyê hin alavên tenduristiyê de di nexweşxaneyên Kobanê de kêmasî heye, di demekê de ku hejmara şêniyan li herêmê zêde bûye, li 4 nexweşxaneyên bajar tenê tomografek heye.

Li bajarê Kobanê 4 nexweşxane hene, ev her çar nexweşxane zehmetiyê ji ber kêmbûna hin amûrên girîng mîna tomograf (tebqî mihwerî) dibînin.

Dr. Mihemed Arif îşaret bi kêmasiya nexweşxaneyên bajêr kir û wiha got: "Bajar ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hate rûxandin, piştî rizgarkirina bajêr, şêniyên wê ji nû ve rewşa tenduristiyê baştir kir, lê hîna pêwîstiya bajêr bi cîhazekeke tomografiyê heye.”

Arif wiha lê zêde kir: "Li Kobanê tenê tomografek heye, eger xirab bibe, divê em 2 mehan li benda sererastkirina wê bin, ev yek jî zirarê li welatiyan dike."

Cîhaza tekane ya tomografiyê li nexweşxaneya Kobanê ye ku Rêveberiya Xweser sala 2016`an vekir, lê li nexweşxaneyên din (Nexweşxaneya Jidayikbûnê, Nexweşxaneya Emel û Nexweşxaneya Leşkerî) tune ye.

Her wiha nexweşxaneyeke din a taybet bi zarokan tê lêkirin, Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê wê lê dike, tê payîn ku di demeke nêzîk de bikeve meriyetê.

Pir caran şênî neçar dimînin ku pêwîstiya wan bi tomografiyê hebe, biçin bajarê Minbicê yan jî Qamişlo, ev yek jî zehmetiyê ser şêniyan çêdike ku hêvî dikin çareseriya daxwazên wan li Kobanê pêk were.

Ji ber buhabûna zêde ya cîhaz, derfetên Rêveberiya Xweser tune ne ku bikire û li benda rêxistinên pêwendîdar ên tenduristiyê ye ku cîhaz ji wan re peyda bikin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din