Li 3 navendan çalakiyên piştgiriya Şengalê

Li navçeyên Çilaxa, Dirbêsiyê û Dêrikê bi sedan kes ji bo Şengalê meşiyan.

QAMIŞLO

Bertekên xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dijî peymana hikumeta Iraq û herêma Başûrê Kurdistanê ya li ser Şengalê zêde dibin. Xelkên Dêrikê, Zirgan, Çilaxa û Dirbêsiyê daketin qadan.

DÊRIK

Li ser banga Partiya Yekitiya Demorkatîk (PYD) ya şaxê Dêrikê bi sedan kes li qada Azadî hatin bav hev. Şêniyan alên YPG, YPJ, QSD, YBŞ'ê hildan û diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê avêtin.

Girse ji qada Azadî dest bi meşê kirin û di nava kolanên sereke yên bajar de geriyan. Herî dawî li çerxerêya Şehîdan  sekinîn û deqeyeke rêz girtin.

Piştre ji rêveberên PYD'ê yê herêma Dêrikê Hesen Hemza axivî û got: "Planên li ser xelkê Şengalê têne kirin berdewama komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û armanckirina gelê Kurd e."

Hemze destnîşan kir ku piştî hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê ji Şengalê vekişiyan xelkê Şengalê, YPG, YPJ û YBŞ'ê parastina Şengalê kirin û ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

Hesen Hemza hewlesta PDK'ê ya ji hevkirina bi hikumeta Iraqê û dagirkeriya Tirk re şermezar kir û got, armanca wan îradeya xelkê Şengalê bişkînin.

ÇILAXA

Girêdayî mijarê, bi dehan şêniyên Çilaxa ji bo şermezarkirina peymana di navbera hikumetên Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, meşek li dar xist.

Şênî li çerxeriya Şehîd Mesûm kom bûn û pankartên bi nivîsên "Komkujiya Şengalê ji bîr nabe", alên Kongreya Star û wêneyên şehîdan hildan.

Meş li kolana giştî gerî û li pêşiya Navenda Komîteya Perwerdê kom bûn, piştîre endamê rêveber ê PYD’ê Dilbirîn Tacedîn axivî û destnîşan kir ku peymana ku bêyî vîna şêniyên Şengalê pêk tê, mohra şermê li ser PDK’ê ye.

Tacedîn da zanîn ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bibe piştevanê sereke ji şêniyên Şengalê re û berxwedana ciwanên wê li dijî êrişên DAIŞ’ê dê bibe bendeke xurt li hember peymana Hewlêr û Bexdayê.

DIRBÊSIYÊ

Bi sedan şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê yên girêdayî kantona Hesekî jî herikîn qadan. Şênî li pêş Navenda Ciwanên Şoreşger a navenda navçeya Dirbêsiyê kom bûn, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "PDK’ê îxanet li me kir, Egîd û Zerdeşt civaka Êzidî ji komkujiyan rizgar kir", "Em peymana di navber hikumeta Iraq û PDK’ê ya li dijî civaka êzidî şermezar dikin, ji ber ew fermana 74’an îxaneta duyemîn e" hildan.

Meş li tevahî kolanên sereke gerî û n diruşmên silavkirina berxwedana gel a Şengal berzdan û xayînên li dijî gelê Kurd şermezar kirin.

Piştî meş gihaştin qada Şehîdan, deqeyeke rêz girt û piştre şêniyê bi navê Ehmed Mio bi navê şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê wiha axivî: "Azarên gelê Kurd mezin in, hikumeta Başûrê Kurdistanê û alîgirên wê jî niha hewl didin van azaran kûr bikin."

Mio diyar kir ku titşa ku PDK’ê û hikumeta Iraqê li dijî Şengalê dikin, komployeke nû û fermanda 74’an a li dijî civaka Şengalê, firehkirina pirsgirêk û krîzên li Rojava ye.

Mio destnîşan kir ku çarenûsera Rojava û Şengalê bi hev ve girêdayî ye. Ji lew re divê tevahî gelên azadîxwaz li hember vê komployê bisekinin û vala bi der bixin. Di nava tevahî kurdan de tevahî pêkhate bi biratî dijîn.

Mio bal kişand ser bêdengiya gelê Başûrê Kurdsitanê ya li hemberî biryara hikumetê û got: "Ev ne mentiqî ye, çawa kurdek dibe sedema kuştina birayê xwe yê Kurd."

Ehmed Mio di dawiya axaftina xwe de bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku biryara xwe sererast bike û beşdarî wêrankirina destkeftiyên gelê Kurd nebe."

Çalakî bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê û şermezarkirina îxanetê bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din