Îlham Ehmed: Rûsya navbeynkariyê dereng dixe û pişta Rejîmê digire

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed derengxistina navbeynkariya di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê de rexne kir. Îlham bang li Rûsyayê kir ku helwestek bêalî ji herdu aliyan re nîşan bide û pişta Rejîmê negire.

Seroka Desteya Rêveber a MSD‘ê Îlham Ehmed di beşê dueymîn ê hevdîtina xwe ya bi ajansa me ANHA‘yê re rêbazên gihandina Sûriyê ber bi aramiyê ve, nirxand. Îlham Ehmed  bal kişand ser hewldanên Rûsyayê yên bi mebesta pêkanîna diyalogan di navbera rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rejîma Sûriyê.

‘ME JI HIKÛMETA RÛSYAYÊ TI BEND NEGIRTINE‘

Îlham Ehmed di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Rûsya car caran dosyaya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne da ku fişarê li Tirkiyê bike ji bo hin tiştan bidest bixe. Îlham got: “Di demên dawî de dezgehên çapemeniyê belgeyek belav kir. Ev belge ji gelek bendan pêk tê. Tê gotin ku ji hikûmeta Rûsya ji bo Rêveberiya Xweser re ye da ku li gorî vê belgeyê lihevkirin bi hikûmeta Sûriyê re were kirin. Ev belege di esas de tuneye û ji rastiyê dûr e. Me ti bendên lihevkirinê ku li gorî wê li hikûmeta Sûriyê re lihevkirinan bikin, negirtine. Lê tê zanîn ku hikûmeta Mosko gelek caran mijaran di ragihandinê de belav bike. Da ku wêneyekê bi awayekî ne rast di derbarê Rejîmê de bide Tirkiyê. Armanc ji vê yekê ew ku hin tazîmatan di dosyayên cûda mîna Idlib û dosyayên din ên herêmê bigire."

‘JI BER DESTWERDANÊN HERÊMÊ, DI DIYALOGAN DE QUTBÛNEK HEYE‘

Îlham Ehmed axaftina xwe wiha domand: “MSD hewl dide bighêje bendên sereke ku karibe li gorî wê lihevkirin bi hukûmeta Sûriyê re werin kirin. Xebat berdewam e, em hewl didin kedeke mezintir bidin, lê qutbûnek di diyalogan de heye ji ber destwerdanên herêmê ku di encamê wê de diyalog car caran disekinin. Her wiha mentiq û rêbazên dan û standinê bi hikûmeta Sûriyê re ku hêz û çarseriya leşkerî wekî rêya çareserkirina dozên pirsigêrkên Sûriyê dibîne û çareseriya siyasî çi di xeta Cinêvê de yanî bi diyalogên li gel rejîmê re dereng dixîne."

‘ROLA NAVBEYNKARIYÊ DIVÊ YEKALÎ BE‘

Îlham Ehmed destnîşan kir ku helwesta Rûsya ya têkildarî diyalogên di navbera herdu aliyan de heta astekê derengxistin tê de heye û wiha domand:  "Tevî ku rêzecivîn û hevdîtin li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hatin lidarxistin, lê heta niha ti encamên berbi çav derneketin pêş, ji ber ku ev diyalog nehatin pêşxistin. Dema aliyek rola navbeynkariyê bilîze divê bêalî û cidî be û pişta aliyekê li ser hesabê aliyê din negire. Lê tê zanîn ku hikumeta Rûsyayê destekera mezin a rejîma Sûriyê ye di tevahiya qadên navneteweyî û hundirîn de. Hevaldariya hikumeta Rûsya ji Rejîmê re diyar e. Ev jî rê li pêşiya gihaştina çareseriyek siyasî digire. Ruxmî ku Rûsya bi temamî bi rêgeza nenavendîbûnê wek çareseriyek siyasî ji aloziya Sûriyê re bawer e. Lê heta niha vê pêşniyarê paşguh dike û wek çareserî piştgirî dide berbijarka leşkerî."

Îlham Ehmed bang li hikumeta Rûsyayê kir ku ev rêbaz û xet biguhere û li dosyaya Sûriyê wek mijarek siyasî, çandî, sivîl, civakî û aborî binêre. Îlham got: “Pêwîste guhertin li ser tevahiya van astan çêbibe û li ser wê bingehê kar were kirin. Ne ku çareseriya leşkerî ferz bibe û tevahiya aliyan ber bi kontrolkirina rejîma Sûriyê ve werin kişandin. Gelê Sûriyê ji tevahiya însiyatîfan re vekiriye. Rêya hikumeta Rûsyayê hilbijartiye wê bi awayekî cidî bandor li nêzîbûna aliyan bike ji bo ku aloziya Sûriyê çareser bibe."

‘LIHEVKIRIN HETA NIHA TENÊ LIHEVKIRINEK LEŞKERÎ YE’

Girêdayî daxwazên Rûsyayê ji rêzecivîn û hevdîtinên di navbera herdu aliyan de, Îlham wiha axivî: "Lihevkirin heta niha tenê leşkerî ye. Li ser asta sivîl û siyasî, Rûsya heta niha girîngî dide daxwazên hikumeta Sûriyê. Ev jî tê wateya ku Rûsya naxwaze zextê li hikumeta Sûriyê bike û wê ber bi danûstandinên cidî ve bi tevahiya aliyan re têvede. Em ji aliyê Rûs hêvî dikin ku di vê çarçoveyê de rolek cidî di pêvajoyên bê de bilîze. Di vî warî de zextê li hikumeta Sûriyê bike. Rêveberiya Xweser di vî warî de vekiriye da ku bigihêje bendên bingehîn di nav de destûrî û îdarî."

‘QANÛNA BI HEJMAR 107 ÇARESERIYA RAST JI ALOZIYÊ RE NÎNE’

Îlham Ehmed di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser daxwazên rejîmê yên ji Rêveberiya Xweser a bi rêya navbeynkariya Rûsya û got: "Daxwaza Rejîmê tevahî xaka Sûriyê vegere bin desthilatdariya wê. Axaftinên wê yên der barê rêveberiyên herêmî de li gorî qanûna hejmara 107 ne zelal in. Ev qanûn çareseriya rast ji aloziyê re nîne. Her wiha nagihêje hêvî û daxwazên gelê Sûriyê. Ji ber ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve bi milyonan penaber li derve ne, bi sed hezaran sivîl bûn qurban, bi hezaran koçber li hundirê Sûriyê hene tevî bi hezaran windayan û girtiyan."

‘NE NAVENDÎBÛN DAXWAZEK SEREKE YE’

 Îlham daxwazên Rêveberiya Xweser bi rêya hevdîtinên wê bi Rûsya û Rejîmê re wiha rave kir: “Rêveberiya Xweser her tim nimuneya Rêveberiya Xweser wek cureyek ji nenavendîbûnê li Sûriyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê pêşkêş kiriye. Dibe ku lihevkirinek li ser tevahiya aliyên wê çênebe. Ev mijar ji nîqaşê re vekiriye. Lê nenavendîbûn daxwazek sereke ye. Pêwîste li ser cureyek ne navendîbûnê li Sûriyê bê lihevkirin."

Îlham hişyarî ji encam û bandora derengxistina siyasî, hişkbûna rejîma Sûriyê û ne zelalbûna helwesta Rûsyayê li ser gelê Sûriyê  da û got: "Encamên vê derengxistinê wê li ser pêşeroja Sûriyê bi giştî mezin bin. Rejîm bawer dike ku eger tevahiya axa Sûriyê ji aliyê leşkerî ve kontrol kir, wê karibe aloziya Sûriyê çareser bike. Lê aloziyek aborî ya kur li herêmên di bin kontrola wê de heye. Li gel berdewamkirina cezayên Amerîkayê ne tenê li ser Rejîmê lê belê li ser tevahiya Sûriyê ev alozî wê berdewam bike."

‘DI ÇARÇOVEYA ÇARESERIYA SIYASÎ DE DIVÊ GAVÊN CIDÎ BÊN AVÊTIN’

Îlham îşaret pê kir ku rewşa aborî ya paşketî bandor li jiyana şêniyan dike. Îlham got: “Girêdayî helwesta Meclisa Sûriya Demokratîk li hember helwestên rejîma Sûriyê û Rûsyayê Îlham teqez kir ku ew cezayên Amerîkayê û yên navneteweyî li ser gelê Sûriyê red dikin. Her wiha derengxistinê ji bo vedîtina çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê re red dikin. Di çarçoveya siyasî de û ji bo bidawîkirina dorpêça ku li Sûriyê hatiye ferzkirin, divê gavên cidî bên avêtin.”

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed girêdayî danûstandinên wan ên bi rejîma Sûriyê re bang li Rejîmê kir ku dest bi proseya guhertin û vebûna li çareseriya siyasî bike. Îlham wiha dawî li avaftina xwe anî: “Ji ber ku Rejîm berpirsê destpêkirina wê ye yekemîn e. Ev vekirin wê bibe bingeha rêgirtina li pêşiya tevahiya mudexeleyên derve di welêt de. Wê Sûriyê ji rewşek trajedîk veguhêzîne  Sûriyeyek nû, hevgirtî, bihêz û demokratîk. Vekirina li ser çareseriya siyasî di çarçoveya rêgezên ku tevahiya gelê Sûriyê li ser lihev dikin de wê bibe çareseriya bingehîn."

(bb-şx)

ANHA


Mijarên Din