Îlham Ehmed li Congressa Amerîkayê: Tirkiyê DAIŞ‘ a nû ava dike

Îlham Ehmed got, artêşa Tirk a dagirker komkujiyên hovane der heqê sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk anîn, herî dawî destdirêjiya li cenazeyê şervanekê kir. Îlham Ehmed destnîşan kir ku Tirkiyê bi navê artêşa azad çeteyên DAIŞ‘ê diparêze.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed der barê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li pêşiya endamên Congress a Amerîkayê axivî. Rûniştin bi armanca nîqaşkirina biryara serokê Amerîkayê ya der barê pêkanîna guhertinekê di siyaseta Amerîkaya di Sûriyê de bi rêve diçe.

Îlham Ehmed a  bi zimanê Kurdî axivî, spasiya endamên Congressê kir ku derfet dane û wê vexwendine civînê.

Îlham Ehemd got: "Çend salên di hundirê Sûriyê de şer tê meşandin kêlî bi kêkî bi kêlî, deqe bi deqe me jiyan kir û him ji me ji bo jiyaneke azad em ava bikin me kar û xebat kir. Gelê me yê Kurd, Ereb û Suryan bi hev re jiyaneke azad ava kir heta piştî rizgarkirina ji sedî 30 xaka Sûriyê ji DAIŞ‘ê.  Di bin siya sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hemû ol û bawerî ji Êzidî, Suryan û Xiristiyan bi hev dijîn. Me hêvî dikir piştî tinekirina DAIŞ‘ê jiyaneke azad ava bikin."

Îlham bi bîr xistin ku wan di şerê li dijî DAIŞ‘ê de 11 hezar şehîd dan û 25 hezar şervan parçeyên ji benda xwe winda kirine.

Îlham Ehemd got: " Hêzên Amerîkî cihê spasiyê ne ku me bi hev re şerê li dijî DAIŞ‘ê kir û serkeftin bi dest xist."

Seroka Desteya Rêveber a MSD‘ê diyar kir ku hêzên Amerîkayê soza parastina herêmê heta piştî tinekirina DAIŞ‘ê  û peydakirina çareseriyeke aştiyane ji bo aloziya Sûriyê dabû û ev tişt anî ziman: "Piştî êrişa artêşa Tirk a dagirker a li ser kantona Efrînê Amerîka ji me re got ku ew nikarin alîkariya me bikin, ji ber leşkerên me li herêmê tinene, gotin cihên leşkerên me lê hene, em ê nehêlin êrîş lê çêbibin.  Ji bo wê jî baweriya me bi Amerîkayê re çêbû . Me dizanî ku heger êrîşek li ser me çêbibe herî kêm wê Amerîkayê  wê nehêlibe êrîş çêbibe, li ser vê esasî baweriya me hêzên Amerîkayê û heta beriya êrişên Tirkiyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebû. Me texmîn dikir ku Amerîkayê  dê esîman li beramberî firokên dewleta Tirk bigire.  Ji bo ku êrîş li ser herêmên me çênebin me mekanîzmeya ewlehiyê qebûl kir.  Ji ber vê yekê me hêzên xwe li ser sînor vekişand û dewriyeyên hevbêş ên Amerîka û Tirkiyê li ser sînor hatin meşandin. Lê piştî peywendiya di navbera serokê Amerîkayê Donald Trump û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan me nas ku Tirkiyê dê êrişî herêmê bike."

Îlham wiha domand: "Em şaş man û hêvî nakin ku pêk were. Lewra me mafê parastina rewa bi kar anî. Tirkiyê êrişî axa me kir. Hêzên me jî bersîv da. Di dema ku hêzên me karê xwe di tunekirina şaneyên DAIŞ`ê de berdewam dikir. Tirkiyê 300 hezar neçarî koçberiyê kir û 250 kes jî piraniya wan zarok bûn şehîd bûn û hîna 300 kes niha winda ne."

Îlham Ehmed destnîşan kir ku bajarê Serêkaniyê bi temamî wêran bûye û wiha got: "Çeteyên artêşa Tirk a dagirker siyasetmedarên me kuştin jê Hevrîn Xelef û komkujî der heqê sivîlan de pêkanîn. Her wiha gazê fosfor ya kîmyawî der heqê sivîlan de bi kar anîn. Ji ber tinebûna derfetan me nikarî ew tişt tehlîl bikin.

Me hewl da şer rawest lê Tirkiyê êrişên xwe berdewam kir heta ku bi dirêjahiya 120 km û firahiya 32 km derbasî bajarê me bû."

Îlham Ehmed got: " Kesên bi artêşa Tirk a dagirker re kar dikin mîrên çeteyên DAIŞ`ê ne, îdia dikin ku artêşa azad in û şer hêzên me dikin. Ew her tim bi serêjkirinê tehdîd dikin û heman sloganên DAIŞ`ê bi kar tînin.

Di encama êrişa artêşa Tirk a dagirker de li ser herêmên me gelek girtiyên DAIŞ`ê ji girtîgehan reviyan di nav de 6 fransî, 2 balcîkî û 10 nasnameya wan ne diyar e. "

Îlham Ehmed  wiha berdewam kir: "Hîna xeterî li ser ewlehiya Amerîka hene. Yê ku New York teqand niha di girtîgehên me de ne û rewş jî xeter e û Tirkiyê wan diparêze. Erdnîgariya herêma me hate parçekirin di dema ku DAIŞ`ê hîna êrişên xwe li ser herêmê didomîne. Bi cenazeyê şervanek ji şervanên me yên ku şerê DAIŞ`ê kiriye lîstin."

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriye Demokratîk Îlham Ehmed hinek ji wêneyên komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encama êrişan da û wêneyên ku bikaranîna gaza fosfor û lîstina bi cenazeyê şervan Amara pêşendan û got: "Ew in ên ku artêşa Tirk a dagirker wan diparêze û bi opozîsyona Sûriyê nav dike."

ANHA


Mijarên Din