Îlham Ehmed: Divê biryara Kurdî serbixwe be

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed pesna însiyatîfa fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî ji bo yekîtiya Kurdan da. Îlham bersîvandina beşek ji Encumena Niştîmanî ya Kurdî ji însiyatîfê re bi erênî nirxand.

Di vê dema ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Rojavayê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê dike de, mijara yekîtiya Kurd derket holê.

Kurd, li kolan, bajar û wek partiyên siyasî li hemberî xeteriya li ser wan lihev dikin. Lê hinek alî yekrêziya Kurdî asteng dikin û rêgezekê li gorî siyasetên dewleta Tirk ên ku tunekirina Kurdan armanc dikin, didin meşandin.

Piştî ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî-Rojava însiyatîfa yekîtiya Kurdan ragihandibû, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî jî însiyatîfek ji bo yekîtiya Kurdî ragihand.

Girêdayî mijarê seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed ji ajansa me re axivî. Îlham, gelek aliyên girêdayî mekanîzmeya gihaştina lihevkirinên siyasî û kedên avakirina yekîtiya Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, erkên partiyan, hêzên siyasî yên Kurdî li herêmê nirxand.

‘ÎNSIYATÎF DI DEMA XWE DE HAT’

Îlham di destpêkê de behsa însiyatîfa fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk a ku yekîtiya Kurdan dike armanc kir. Îlham got: “Li gel tevlihevî û nakokiyên li herêmê rû didin ev însiyatîf di wexta xwe de hat. Bê guman wê bandora bersivandina însiyatîfê mezin be, bi taybet ger erênî bû."

Îlham Ehmed daxuyaniyên hinek kesayetan di “Encumena Niştîmanî ya Kurdî” ENKS’ê de rexne kir û got: "Ew daxuyanî ne berpirs in û wek dijberî beşa ji encumenê ya ku rave kiriye. Ew amade ye tev li îsniyatîfê bibe û kar bike da ku bigihêje lihevkirina Kurdî-Kurdî hatin. Pêwîste helwest wergerin kirinan. Di vê pêvajoyê de girtina biryarek cidî û tevlibûna însiyatîfê wê mîna helwestek dîrokî ye.  Qehremanê/a dest bi avêtina gavên piratîk kir û berê xwe da pêkanîna însiyatê, wê rolek girîng û sereke di pêşerojê de bilîze."

‘EM TEQEZ DIKIN KU DIVÊ BIYARA KURDÎ SERBIXWE BE’

Îlham sedema sarbûna bersivandina însiyatîfa QSD`ê vegerand bandorên hêzên herêmî û zextên hundirîn û wiha pê de çû: "Ev tişt bi awayekî mezin bandor li biyara Kurdî dike. Lewra em teqez dikin ku divê biraya Kurdî serbixwe be. Karê bi wêrekî û bi awayekî dawî dê gavek dîrokî ber bi yekrêziya Kurdî ve be. Her wiha da ku bigihêjin lihevkirinek dîrokî bi şêwazekê ku xizmeta berjewendiyên gelê Kurd dike."

‘EM BANG LI ENCUMENÊ DIKIN LI HEMBER SIYASETÊN ÎTÎLAFÊ Û DEWLETA TIRK BALDAR BIN’

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed lihevkirina Encumena Niştîmanî ya Kurdî ya dawîn bi îtîlafê re bi wêrekî wesifand. Îlham got: “Biryarên avakirina komîteya lêpirsîna binpêkirinên li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, rawestandina guhertina demografîk û vegerandina penaberan, erênî ne. Divê dest pê werin kirin û encamên wê bi raya giştî re bêne parvekirin. Helbet ev biryar wêrekî ye. Eger ENKS li gorî berpirsyariya vê biryarê derket em wê teşwîq dikin ku vî karî temam bike. Tevî ku tê zanîn aliyên binpêkirin pêk anîne nikarin encamên rastîn girêdayî bûyerên rû didin, diyar bikin. Lê destpêkirina vî karî, girtina berpirsyariyê li ser xwe tevî destpêkirina lêpirsînê bi çavdêriya navneteweyî gelek girîng e."

Îlham Encumena Niştîmanî ya Kurdî ji siyasetên îtîlafê û dewleta Tirk hişyar kir û got: "Em bang li encumenê dikin ku li hember siyastên îtîlafê û dewleta Tirk yên ku hewl didin demografiya herêmê biguherin balder bin. Divê encumen di vî warî de berpirsyariyên xwe bîne cih da ku nebe aliyek ji biyarekê ku wê negirtiye."

‘TIRKIYE BERPIRSÊ BINPÊKIRINÊN KU RÛ DIDIN, E’

Îlham di dawiyê de diyar kir ku aliyên desteka komên tundrew û radîkal dikin berpirsên binpêkirinên li herêmên dagirkirî rû didine û got: "Aliyê Tirk berpirsa yekemîn a wan binpêkirinan e. Ji ber ku desteka wan koman dike. Lewra divê berpirsyariyên xwe li hember wan rûdanan tehemul bike."

(şx)

ANHA


Mijarên Din